Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin 2020-11-29 09:44:37 ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, diyar kir ku hema hema hemû girtî bi ketina şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re rûbirû ne û got: "Ji ber ku bergirî niyan girtin, dibe ku hemû girtî bi vîrûsê kevin." Ji roja ku pêvajoya pandemiyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye û heya roja îro, rêxistinên pîşeyî û pispor, hişyara zêdebûna şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dikin. Lê ev hişyariyên wan bi tu awayî nehatin guhdarkirin. Ji ber negirtina bergiriyan û piştguh kirina hişyariyan îro hejmara pêketiyan û miriyan zêde bûne. Bi hatina zivîstanê re gefa şewbê ya li Tirkiyeyê her ku diçe mezin dibe. Bi taybetî yek ji qadên herî bi rîsk jî girtîgeh û rewşa girtiyên nexweşin. Girtiyên nexweş ên nikarin ji ber şewba vîrûsê bên tedawîkirin, bi ketina şewbê re rûbirû ne. Derbarê van girtiyan fikar û gumanên mezin hene. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, binpêkirinên mafan ên bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan dest pê kirin û rîska girtiyên nexweş pê re rûbrû ne ji MA’yê nirxandin. GUMAN BI ŞEWBÊ RE ZÊDETIR BÛN Ustercî, diyar kir ku ji xwe bi salane rewşa girtiyên nexweş di rojeva raya giştî de ye û wiha axivî: “Bi şewba vîrûsa koronayê re ev fikar û gumanên me zêdetir bûn. Girtîgeh qadên qerebalixin. Ev jî riska bi şewbê ketinê bi xwe re tîne. Ev jî ji bo girtiyên extiyar û girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene, rîskên cidî bi xwe re tîne.”   HEJMAREK DIYAR TUNEYE Ustercî, da zanîn ku Miduriyeta Giştî ya Ceza û Malênragirtinê ji helwesteke zelal dûre û wiha got: “Di girtîgehan de çend girtiyên nexweş hene ne diyare. Em weke TÎHV’ê danayên ÎHD’ê esas digirin. Li gorî danayên 31’ê Adarê yên ÎHD’ê; Di girtîgehên Tirkiyeyê de, hîna jî 590 girtiyên nexweşên giran hene. Di heman de hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Ji bilî vê em nekarin xwe bigihînin agahiyên girtiyên nexweş. Li gorî rapora şewba vîrûsa koronayê ya di 8’ê Mijdarê de ya Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, ji 368 girtîgehan, di 117 girtîgehan de testa girtiyan pozîtîf kertiye. Lê bi agahiyekê giştî hejmara girtiyên bi şewbê ketine nehat aşkere kirin. Li gorî raporê tenê 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî tespîtên ÎHD’ê, di sala 2020’an de 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Lê hejmara rast ji vê zêdetire.” PIRSGIRÊKÊN CÎDÎ TÊN JIYÎN Ustercî, di dewama axaftina xwe de wiha ev agahî dan: “Ligel hemû sererastkirinên hatin kirin jî, li gorî kapasîteya girtîgehan hejmara girtiyan pir zêde ye. Dîsa amûrên paqijiyê li gorî tê xwestin nadin girtiyan. Ev amûr di kantînan de pir biha difiroşin girtiyan. Ji ber vê gelek girtî nikarin amûrên paqijiyê bi dest bixin. Di heman demê de navbera fîzîkî tuneye. Di vî warî de ji girtîgehan her tim gilî tên. Di warê test girtina girtiyan de jî pirsgirêkên pir cîdî tên jiyîn.” 3 GIRTÎ DI ODEYÊN KARANTÎNAYÊ MIRIN Ustercî, dest nîşan kir ku 3 girtiyan di odeyên karantînayê de jiyana xwe ji dest dan û wiha pê de çû: “Hema hema hemû girtî bi ketina şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re rûbirû ne. Ji ber ku bergirî niyan girtin, dibe ku hemû girtî bi vîrûsê kevin. Di vê pêvajoyê de, girtî tenê dikarin bi navbeynkariya malbatên xwe binpêkirinên mafan ên rastî tên ji me re ragihînin. Rayedarên girtîgehan jî ji ber vê lêpirsînên dîsîplînê derbarê girtiyan de vedikin. Mîna vê ya herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bunyan a Qeyseriyê hat jiyîn. Ji ber ku girtiyek derbarê girtiyên bi şewbê ketine de, agahî dide çapemeniyê û parlamenterekê, cezayê dîsîplînê lê tê birîn. Hemû girtî niha bi ketina şewbê re rûbirû ne. Ji ber ku giliyên girtiyan ên di vî warî de dewam dikin.” MA / Esra Solîn Dal