'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin' 2020-11-29 09:25:57   ŞIRNEX - Hevşaredarên Cizîrê yên ku qeyûm tayinî şûna hatine kirin Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig derbarê polîtîkayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin de gotin: "Hewl didin ku komployeke qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê organîze bikin û vê yekê bi rêya dadgehê qanûnî bikin. Ji polîsan bigirin heta ku qeymeqam, îstîxbarat û walitiyê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî daxwaza qeyûm tevdigerin."   Di 31'ê Adarê de, di hilbijartinên herêmî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 65 şaredarî bi dest xistibûn. Di nav van şaredariyên de 3'ê jê bajarên mezin bi giştî 48 şaredariyên HDP'ê bi biryara Wezaretê Karên Hundir ve yek bi yek hatin desteserkirin. Di heman demê de piştî hilbijartinê, 6  hevşaredar bi hinceta bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatine îxrackirin, mazbatayên wan hatibûn betalkirin. Yek ji şaredariyên ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ye.    Têkîldarî geşedanên herî dawî û polîtîkayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin hevşaredarên HDP'ê yên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig yên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin, axivîn.    TUNDÎ ZÊDE BÛ    Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, anî ziman ku piştî ku qeyûm hat tayinkirin li herêmê tundiya li dijî jinan gihişt asta herî bilind û wiha axivî: "Di serdema duyemîn de dema ku dîsa şaredarî ket destê me, me bi stratejiya plana bi salane dest bi xebatên xwe kir. Ji ber ku di nava jiyanê de di her hêlê de kesê ku herî zêde tê astengkirin jin e. Bingeha jiyana civakî jî jin e. Ji ber wê jî me xwest li gorî polîtîkaya HDP'ê ya şaredariyan tevbigerin û vê li bajaran bidin rûniştandin. Di qada jinê de kar û xebatê ku me dixwest pêk binin, ji aliyê gel ve dibûn cihê bertekên erênî û ev bûn xebatên me yên sereke. Lê mixabin em tenê 6 mehan li ser kar man. Ji bo avakirina navenda piştevaniyê ya jinê me xebatên xwe amadekiribûn. Her wiha xebatên me yên cûr bi cûr hebûn. Lê mixabin her tişt di nivî de ma û nehiştin ku em pêk bînin. Di qada perwerdehiya jinê de, tendûristiya jinê û her wiha li dijî tundiya li ser jinê xebatên me hebûn. Lê niha  yek ji van di nav xebatên qeyûm de cih nagire. Berevajî vê jin di civakê de tune tê hesibandin. Di şexsê jinan de qirkirinek li civakê tê ferzkirin. Heta niha di qada jinê de qeyûm yek xebatek jî nekiriye. Jixwe li gel desteserkirina şaredariyê hemû kar û xebatên jinan hatin sekinandin û deskeftiyên jinan jî hedef hatin girtin. Mala jinan kirin qursa Qur'anê. Lê wekî civaka kurd em dibêjin ku me misilmanî bi AKP'ê nas nekiriye û jixwe em civakeke bawermend in. Di van qursên Qur'anê de zarokan îstîsmar dikin. Me mînakên bi vî rengî dîtin. Tişteke ku bidin civaka me tune ye. Mînak di şaredariyê de 600 karker hebûn. Ji van tenê 60 jin bûn. Lê ev tişt dijberî nêrîn û bîrdoziya me bû. Me ev hejmar kir wekhev."    'QADÊN HEYÎ JÎ LI JINAN TENG DIKIN'    Kûtlû, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dibe ku ew ne li şaredariyê bin, lê ew di her kêliyên jiyanê de bi gelê xwe re ne û wiha got: "Bi polîtîkayên qirêj ew ê nikaribinn bi ser bikevin. Li Cizîrê dixwazin bi rêbazên cuda gel bixapînin. Lê çi bibe bila bibe ew ê nikaribinn gelê Botanê bixapînin. Bi tundiyê, bi kuştinê û bi girtinê nikaribûnn jinê xelas bikin. Îro jî bi polîtîkayên qeyûm jî nikarin vîna jina Botanê bi dest bixin. Şûna ku di nava civakê de ji jinan re qadan vekin, qadên heyî jî li jinan teng dikin. Em ê bi her awayî xwe bigihîjînin hemû jinên civakê û wekî roja destpêkê ji îro pê ve jî em ê bi wan re bin."    'DADGEH, WALÎ Û QEYMEQAM MILÎTANIYA AKP'Ê DIKIN'    Hevşaredar Mehmet Zirig jî bal kişand li ser polîtîkayên ku qeyûm li herêmê dide meşandin û wiha bi lêv kir: "DI 29'ê Cotmehê Roja Cejna Komarê de şaredariya me hat desteserkirin. Di vê rojê de tayinkirina qeyûm, pir watedar e û rewşeke ku divê were nirxandin. Ev roj roja ku dibêje serwerî bê şert û merc aydê gel e. Lê bi vê pratîkê hat nîşandan ku serwerî bê şert û merc ne aydî gel e. Hevalên me yên ku berî hilbijartinan derbarê wan de lêpirsînek jî tune bû, niha derbarê wan de bi dehan lêpirsîn hatine destpêkirin. Beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê dozek min tenê hebû, lê niha li derbarê min de 12 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ev mînaka herî berbiçav e ku daraz di bin hikmê AKP'ê de ye. Yek endamên Meclîsa Şaredariyê me nemaye ku derheqê wan de lepirsîn nehatiye vekirin. Ev jî nîşanî me dide ku dadgeh milîtaniya AKP'ê dike."   'EW TIŞTÊ KU ME PÊ SUCDAR DIKIN EW BI XWE DIKIN'   Zirig, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû sazî û dezgehên dewletê ji qeyûm re dixebitin û wiha dom kir: "Sedema ji kar avêtina min wekî tevlêbûna min a 'pergala bajarsaziyê ya KCK'ê' hate nîşandan. Tiştê ku di rêziknameya partiya min de derbas dibe hate terorîzêkirin. Ew hewl didin ku komployek qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê organîze bikin û bi rêya dadgehê qanûnî bikin. Ji polîsan bigirin heta bi qeymeqam, îstixbarat û walitiyê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî daxwaza qeyûm tevdigerin. Berî du hefteyan, meclîsa bajêr civînek di bin navê damezrandina bajarvaniyê de li avahiya karûbarê şaredariyê li dar xist. Di vê civînê de meclîsa neqanûnî ya bajêr hat avakirin. Kesên ku vîna gelê Cizîrê nas nakin, bi komkirina mirovên ku bi karê qirêj re têkildar in civînê pêk tînin. Ew tiştê ku me pê sucdar dikin, ew bi xwe dikin. Ji gelê kurd re bi awayekî aşkere dibêjin ku 'Ez vîna we nas nakim û li ser vîna we vîna çeteyî ava dikim.'  Lê ew jî dizanin ku gelê kurd tu caran vîna xwe teslîmî wan nake. Kesên ku li dijî îradeya gel neqanûnî tevdigerin wê roj bê hesab bidin."   'DIVÊ EM BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'   Zirig, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên demokrat kir ku li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Di van rojên dawî de bi daxwaza qeyûm endamên meclîsa şaredariyên me bi telefonê hatin tacîzkirin û ji wan re gotin, 'Hûn çima diçin avahiya navçeyê ya HDP'ê?' Ev pirs, xwenenaskirin e. Ev pirs wekî pirsa têkiliya Soylu bi Erdogan re çi ye? Bila gelê me baş zanibe ku vîna wan ne bêxwedî ye. Tenê ne li Cizîrê, li seranserê Tirkiyeyê polîtîkaya qeyûm tê meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê hemû rêxistinên demokratîk têkoşîna xwe mezin bikin. Ya ku em bikin ew e ku em li dijî van polîtîkayan berxwedana xwe mezin bikin."    MA / Zeynep Dûrgût