'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin' 2020-11-29 09:23:09   ÎZMÎR - Erkan Gungor ku atolyeyeka wî ya biçûk heye, anî ziman ku tiştên ji bo hilberînê dikire tim biha dibin, lê belê hîn jî ew li gor fiyetên sala 2010'an difiroşin.    Krîza aborî bandor li karkerên ku çermê solan çêdikin jî kir. Gelek karker ji ber girtina atolyeyan niha betal in. Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Erkan Gungor ê 33 salî jî ji 12 saliya xwe ve vî karî dike. Niha jî li Taxa Doganlarê ji xwe re atolyeyek vekiriye.    Gungor, bilêv kir ku tevî wî sê kes li atolyeyê dixebitin, lê belê di dema pandemiyê de ji mecbûrî du meh û nîvan girtine û got: "Ew pereyê ku min ji bo rojên xirab hilanîbûn di vî du mehî de qediya. Gava min cardin atolye vekir, tiştek li ber destê min tune bû. Dewletê 10 hezar TL kredî da, lê belê divê di nav vê mehê de texsîta ewil bidim. Lê tune ye. Ez ê deyn bikim û bidim. Îsal em tenê ji bo heqê kirê, heqê fatûreyan xebitîn. Wisa xuyaye dê çend mehên din jî werê be."    Gungor, diyar kir ku berên ji bo hilberandinê dikire pir biha bûne, lê belê hîn jî ew bi fiyetê sala 2010'an difiroşe.    Gungor, diyar kir ku niha ji bo fîrmayeke biyanî pêlavan çêdike û got: "Lê ne diyar e dê hefteke dinê çi bibe. Mesûleyta mala min û kesên li atolyeyê dixebitin di dest min de ye. Di ber mesrefan re nagihêm. Em tenê ji bo roja xwe bi xelas bixin dixebitin."    Gungor, anî ziman ku bêsîgorte dixebitin û got: "Li sîteya pêlavvanan navendeke tenduristiyê jî tune ye. Lê belê divê ocaxeke tenduristiyê hebe da ku gava qezayek karî bibe karibe mudaxile bike."