Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk 2020-11-29 09:05:48   DERSIM – Nivîskar Riza Dalkiliç, bûyerên di dema Komkujiya Dersimê de li Pilimûriyeyê qewimîne di pirtûka xwe ya "1938'de Pulumur" de kom kirin.    Nivîskar Riza Dalkiliç (63) di pirtûka xwe ya bi navê "1938'de Pulumur" de tiştên di dema Komkujiya Dersimê de qewimîne kom kirine. Piştî kalê wî tiştên di dema komkujiyê de jê re vegotine û kalê wî bixwe bûye şahidê wê demê, Dalkiliç jî daye dû tiştên wê demê qewimîne û taliyê ew di pirtûka navbirî de kom kirine.    ‘MELÛMATÊN DERBARÊ QEWIMÎNÊN LI PILIMÛRIYEYÊ DE KÊM IN'    Dalkiliç, anî ziman ku derbarê Komkujiya Dersimê de heya niha gelek pirtûk hatine çapkirin, lê belê derbarê qewimînên li Pilimûriyeyê de kêm pirtûk hene û got: "Bîrbiriyeke wekî ku di sala 1938'an de li Pilimûriyeyê tiştek neqewimîbe heye. Lê belê gava min ji mezinan bihîst, min fêm kir ku ev nerast e. Nexasim li navenda navçeyê devereke heye ku 16 porspiyên hatine gulebarankirin û li vê derê hatine veşartin. Gava şaredariyê xwest vê derê bike park, hestiyên wan derketin holê. Li wê derê dawet çêdibin, govend tên gerandin, lîstik tên lîstin û araq tê vexwarin. Ev yek kir ku bi ser vê yekê de biçim. Piştî vê fikra 'Li Pilimuriyeyê çi qewimî?' li min peyda bû."    ‘PANAROMAYA PILIMÛRIYEYÊ'    Dalkiliç, anî ziman ku piştî ku biryar daye dê pirtûkê derxîne bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye.    Dalkiliç got: "Ji sedî 80'yê gundan hatibûn valakirin. Ev mirov koçî Erzingan, Stenbol, Bûrsa û Îzmîrê kiribûn. Lewma derbarê gundan de peydakirina hin agahiyan zehmet bû."    Dalkiliç, bilêv kir ku lê belê cardin jî navê kesên hatine kuştin û deverên bi awyakî komî lê hatine veşartin bi dest xistiye û got: "Li deverekê 5 kes hatine kuştin. Min navê wan yeko yeko peyda kirin. Min derbarê vê komkujiyê de hin agahî ji şahidan hinekê jî ji zarokên wan bihîst û guhdar kir. Taybetmendiyên xweser ên vê herêmê hene. Min deverên wan ên baweriyî tespît kirin û yeko yeko wêneyên wan girtin. Hema bibêje li her gund û mezrikê ziyaret hene. Min derbarê van cîwaran de hin malûmat peyda kirin. Min navê gund û mezrikan ên berê jî nivîsand. Dikarim bibêjim ku min panaromayeke biçûk a Pilimûriyeyê derxist holê."    ‘ÊŞA HEMÛYAN EYNÊ YE'    Dalkiliç got: "Komkujiyeke pir mezin, tarvamatîk qewimî. Gava min ji şahidan guhdar dikir, car carinan digiriyam. Nexasim jî gava jinan dest pê dikir digotin 'Xwedê wan rojan neyne serê tu kesî, neyne serê dijmin jî.' Ev gotin bixwe jî nîşan dide ku bê êş û azara wê demê çi qas giran bûye. Êşa hemûyan eynê ye."    Her wiha Dalkiliç, destnîşan kir ku dê di çapa duyem de vê yekê hîn bi dorfirehtir vebêje û got: "Hin mezrik hene, heya niha kesî behsa wan nekiriye. Tên dibêjin gorên wan hene. Ez ê bi vî awayî kêmasiyên heyî temam bikim. Di çapa duyem de ez li ser pergala eşirtiyê ya li Pilimûriyeyê jî hûr dibim. Tiştên qewimîne divê mayinde bin."    RIZA DALKILIÇ KÎ YE?    Di sala 1957'an de li gundê Aynixê yê Pilimûriyeya Dersimê hatiye dinê. Dibistana Mamosteyê ya Dersimê kuta kiriye. Di sala 1979'an de Enstîtiya Perwerdehiyê ya Dersimê kuta kiriye. Di heman salê de dest bi mamostetiyê kiriye. Di nav xebatên Egît-Sen û Egîtîm Senê de cih girtiye. Piştî teqawid bûye di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de rêvebertî kiriye û paşê Cîgiriya serokatiya Giştî ya komeleyê kiriye. Her wiha ji bo şaxeke komeleyê li Dersimê ava bibe xebitiye. Heya niha gelek gotar nivîsandine û lêkolîn kirine. "1938'de Pulumur" pirtûka wî ya ewil e.    MA / Ayşe Surme