'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye' 2020-11-29 09:03:28   AMED - Wekîlê Hevserokatiya HDP'a Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku armanca malbatên ku li ber avahiya partiya dane sekinandin, ji dîtina zarokên xwe wêdetir, armanca wan şovkirin û astengkirina xebatên partiyê ye û got: "Heger armanc dîtina zarokên wan be, nexwe em bi hev re biçin Enqereyê."    Malbatên ku bi îdiaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zarokên wan birine serê çiyê, 460 roj in li ber avahiya partiyê ya amadê tên sekinandin. Ev kesên ku îqtidar ji bo krîmînalîzekirina HDP'ê û astengkirina xebatên partiyê anîne ber avahiya partiyê ya bajêr, her sibeh polîs diçin wan ji malê tînin û êvarî jî wan didin malê. Ev kes, bi devkî û fizîkî êrîşî kesên tên partiyê. Ev kes bi şertê li ber avahiya HDP'ê bisekinin ÎŞKÛR'ê  xizmên wan xistine kar. Wekîlê Hevserokatiya HDP'ê ya Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku heya niha van kesan gelek caran êrîş pêk anîne û êrîşên hatine kirin hemûyan qeyd kirine.    ARMNACA WAN NE ZAROKÊN WAN IN!    Soner, anî ziman ku piştî qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin bi pênc rojan ciwanekî ku malbata wî bi zorê xwestibû bizewicîne ji mal reviyaye û gava ji mal reviyaye malbata wî hatiye ber avahiya HDP'ê ya bajêr û piştî vê îqtidarê kampanyayeke din a êrîşê daye destpêkirin. Soner got: "Paşê zarok derket holê û daxuyanî da. Piştî vê malbat ji ber avahiya HDP'ê çû. Lê belê îqtidarê ev yek kir firsend û xebatek da destpêkirin. Rayedarên dewletê di daxuyaniya xwe de gotibûn 'Pêwendiya me bi pênc hezar malbatî re heye û em ê wan bînin vê derê."    Soner, diyar kir ku nêzî 15 malbat li ber avahiya partiya wan tên sekinandin û polîs û esker jî li cem wan in û di konê ku vedane de dimînin û xebatên paratiya wan asteng dikin.    ‘XWE NEDAN BER PÊŞNIYRA ME'    Soner, diyar kir ku ji bo malbat bigihên zarokên xwe tevî partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestine heyetekê ava bikin, lê belê malbatan xwe nedaye ber vê pêşniyara wan. Soner, destnîşan kir ku cihê çareyê meclîs e û got: "Em cardin bang dikin. Hûn bixwazin biçin li kîjan deriyî bixwin, werin em tevî parlementerên me herin li wî deriyî bixin û ji bo zarokên we bên dîtin em alîkariya we bikin. Heger armanc ne şov, dîtina zarokan be werin em bi hev re herin Enqereyê. Sal û nîveke hûn li vê derê ne, hûn heqaretê li mirovan dikin. Ka bibêjin we çi bi ser çi xist?"    ‘EV AWAYEKÎ ÊRÎŞÊ YE'    Soner, destnîşan kir ku êrîşên li ser partiya wan tenê ne êrîşên van malbatên li ber avahiya partiya wan in. Soner, bilêv kir ku îqtidar bi awayekî dijwar êrîşan tîne ser partiya wan û got: "Tekane reqîbê îqtidarê HDP ye. Îqtidar ji xeynî HDP'ê reqîban nabîne. Me berê jî anîbû ziman; me şîfreya îqtidarê ji hev derxistiye û me maskeya wê daxistiye. Ji ber ku me rûyê wan ê rast nîşanî gel daye, bi ser me de tên. Rêveber û hevserokên me hedef tên girtin. Di salekê de li Amedê zêdetirî 20 operasyonan li dar xistin."    Soner, anî ziman ku malbatên li ber avahiya partiyê her roj êrîşî partiyiyan dikin û got, heya niha ji êrîşên hatine kirin 30 êrîşên dijwar qeyd kirine û dîmenên wan girtine.    ‘RÊYA DIŞOPÎNIN NE TU RÊ YE'    Soner bang li malbatan kir û got: "Heger dilê wan û çareseriyê hebe, kîjan saziyê dixwazin em herin wir û bi hev re çareser bikin. Lê belê bes bila xebatên me asteng nekin, ji lewra rêya dişopînin ne tu rê ye. Em ji raya giştî re dibêjin; Ji bo çareserkirina van malbatan werin em li meclîsê heyetekê çêbikin û çi hewce be em bikin."    MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar