Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin 2020-11-28 14:55:30   RIHA – Mamosteyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê dibistana seretayî ku jiyana xwe ji dest da li Xalfetiyê hat veşartin.    Mamosteyê dibistana sereteyî yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fûat Tûnga di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Tûnga li mala xwe ya li Mêrsînê duh krîza dil derbas kiribû û îro li gundê Erehê ya girêdayî navçeya Xalfetiya Rihayê hat veşartin.