Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir 2020-11-28 14:31:22   AMED – Parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî Çaglar Demirel di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li qawîşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin û ew ê li dijî zextên li wan tên kirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bike.    Parlamentera serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F tê ragirtin, di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku duh li qawîşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin û ew ê li dijî zextên li wan tên kirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bike.   Demîrel da  zanîn ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û got: “Li dijî sepanên antîdemokratîk, tecrîd û xespa li girtîgehan ez dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dikim."