'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’ 2020-11-28 14:14:38   MÊRSÎN – Meclîsa HDK’ê ya Mêrsînê operasyonên li ser endam û rêveberên xwe û HDP’ê şermezar kir û gotin: “Çi dikin bila bikin, gotina dawî em ê bêjin û em ê bi ser bikevin.”    Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê operasyona li dijî HDK’ê û HDP’ê bi civînek çapemeniyê şermezar kir. Civîn li buroya HDK’ê pêk hat. Endamê Meclîsa Navenda Giştî ya HDK’a Mêrsînê Selahattîn Guvenç daxuyanî da û got: “Îqtîdara siyasî li dijî aştîxwaz û demokrasîxwazan û sazî û dezgehên demorkatîk û muhalîf li ser ev êrişan pêk tîne. Li Stenbol û Enqereyê û gelek bajarên gelek hevalên me hatin binçavkirin. Wê van operasyonên tasfiyekirinê yên li dijî gelê kurd û têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê çawa dema berê pûç derketin wê dîsa pûç derkevin. Em ê bi ser bikevin û ew ê li pey tasfiyeyê ne dê winda bikin. Em ê di têkoşîna xwe ya avakirina jiyanek nû de berdewam bikin. Em ê li dijî polîtîkayên çewisandinê serî netewînin. Çi dikin bila bikin, gotina dawî em ê bêjin û em ê bi ser bikevin. Em van oprasyonên qirkirina siyasî bi tundî şermezar dikin û em dibêjin hevalên me yên binçavkirî demildest berdin.”