Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da 2020-11-28 12:28:10 BÎLECÎK - Cemîle Nûr Acar a ku roja daxwaznameya berdanê da Edliya Bîlecikê û li ber edliyê rastî êrîşa bi çek a hevjînê xwe hatibû, piştî têkoşîna 12 rojan jiyana xwe ji dest da.    Li Bîlecikê, zilamê bi navê Onur Acar di 16'ê mijdarê de, bi çekê êrîşî hevjîna xwe Cemîle Nûr Acar a ku xwest wî berde û bavê wê Abdullah Dûman kiribû. Cemîle Nûr Acar roja ku daxwaznameya berdanê da Edliya Birecikê li ber edliyê rastî êrîşê hatibû û bavê wê Dûman jiyana xwe ji dest da bû. Nûr Acar a bi giranî birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîlecikê dihat dermankirin.    BAV Û KEÇA XWE HATIN QETILKIRIN   Nûr Acar dûre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Yûnûs Emre ya Eskîşehîrê hatibû kirin. Acar piştî têkoşîna jiyanê ya 12 rojan, jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî bav û keça xwe li ber edliyê hatin qetilkirin.    Kujer Unur Acar ê ji ber cînayetê hatibûn binçavkirin jî, hatibû girtin.