Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin 2020-11-28 12:02:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî daxuyaniya “reformê” ya Serokkomarê AKP’yî Erdogan, di operasyonên li dijî HDP’ê û muxalîfan destpêkirin de herî kêm 415 kes hatin binçavkirin û 11 kes jî hatin girtin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî ku zavayê wî Berat Albayrak ê Wezîrê Xazîne û Darayî ji wezîfeya xwe îstîfa kir, daxuyaniya di “daraz û aboriyê de reform” da. Vê daxuyaniya Erdogan zivirî pêla binçavkirin û girtinan. Piştî gotinên Erdogan di 17 rojan de li 18 navenda operasyon li ser operasyonan pêk hatin û herî kêm 415 kes hatin binçavkirin û 11 kes jî hatin girtin. Bi piraniya van binçavkiriyan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne. Hêj gelek kes di binçavan de ne.   AMED Û BAJARÊN DERDORA WÊ    Ji 11’ê mijdarê vir ve li bajarên wek Amed, Êlih, Çewlig, Dersim, Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Erzirom, Bedlîs û gelek bajarên din 125 kes hatin binçavkirin. 10 kes ji van binçavkiriyan hatin girtin.    Di 16’ê mijdarê de li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê 11 kes hatin binçavkirin û Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin hat girtin.    Di 20’ê mijdarê de li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser KCD’ê operasyonek hat birêvebirin û derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê derxistin. Ji van 101 kesî 75 kes hatin binçavkirin û 5 ji wan hatin girtin.    Di 27’ê mijdarê de rêveberê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr, kesên bi navê Mehmet Yalçin, Sabrî Ozdemîr, Ercan Kaysi û Egît Kaçar hatin binçavkirin. Di heman rojê de li Êlihê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Li Sêrtê jî Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan hat binçavkirin.    Li Wanê nûçegihanê ajansa me Dîndar Karataş hat binçavkirin û dadgeha Erziromê wî girt û şandin girtîgehê.    STENBOL Û DERDORA WÊ    Li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê parêzer, siyasetmedar û karkerên li mafê xwe digeriyan jî di nav de 171 kes hatin binçavkirin.    EDENE, MÊRSÎN Û ANTALYA    Li Edene, Mêrsîn û Antalyayê 15 kes hatin binçavkirin û ji van 8 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   ENQRE Û ÎZMÎR    Di 27’ê mijdarê de li Eqnereyê 7 kes û li Îzmîrê jî 17 kes hatin binçavkirin.    ROJNAMEVAN JÎ BÊPAR NAMÎNIN    Di vê pêvajoya pêla binçavkirin û girtinê de nûçegihanên ajansa me jî para xwe digirin. Nûçegihanê ajansa me yê Enqereyê Hakan Yalçin jî di 27’ê mijdarê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Edîtora Beşa Kurdî ya JinNews’ê Roza Metîna jî li Amedê hatibû binçavkirin û hat berdan. Li Stenbolê jî rojnamevan Kesîre û Davût Ûçar hatin binçavkirin. Ûçar hat berdan û Oner hêj di binçavan de ye.    MA / Denîz Nazlim