Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin 2020-11-28 11:34:51   MÊRDÎN - Îdîanameyên derbarê 4 jinên di encama lêkolînkirina hin dîmenên di dema qadexeya derketina kolanan a Nisêbînê de, berî mehekê hatibûn girtin, hatin amadekirin.    6 jin di encama lêkolînkirina hin dîmenên di dema qedexeya derketina kolanan ên di navbera salên 2015 û 2016'an yên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de, di 21'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn binçavkirin. Selîme Erîcek (60), Halîme Akçin (45), Heybet Akçin (35) û Yazî Otman (37) ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdîanemyên cuda cuda derbarê her 4 jinên girtî de amade kirin. Îdîanameyên 4 jinan ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hatin qebûlkirin. 4 jin bi îdîaya "Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê" hatin sûcdarkirin û cezayê girtîgehê hat xwestin.       Danişîna darizandina doza jinan wê di 6'ê Çileya 2021 û 19'ê Çileya 2021'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê cuda cuda bên dîtin.