Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê 2020-11-28 11:19:20 WAN - Li Navenda Paşve Şandinê ya Kurubaşê ya Wanê, Z.N., ya Îranî ku 2 erkdarê ewlehiyê tecawizî wê kiribûn, piştî 4 meh şûnde ji Navenda Paşve Şandinê girtin û şandin mêvanxaneyê.    Penabera Îranî Z.N. li Navenda Paşve Şandinê ya Kurubaş a Ertemêda Wanê di 22'ê Tîrmehê de ji aliyê peyvirdarê ewlehiyê Î.H.K. û Y.V. ve bi tecawizê re rû bi rû mabûn. Ajansa Mezopotamya (MA) yekem car di 14'î Mijdarê de jî nûçe di lînga Ajansê ya (link) bi raya giştî re parve kirbû. Piştî ajansê ev mijar kir nûçe bi sucdarkiya "Êrîşa çawanî ya zayendî" der barê  2 peyvirdarê ewlehiyê de doz hat vekirin. 2 peyvirdarê ewlehiyê yekem car di 26'ê mijdarê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê derketin pêşberî dadger. Di danişinê de destûr nedan ku Rojnamevan û şopdar dozê bişopînin. Piştî danişîna dozê hat fêrbûn ku Z.N. ya ku 2 peyvirdarê ewlehiyê tecawizî wê kirin, piştî 4 meh şûnde ji Navenda Paşve Şandinê ya Kurubaşê şandin mêvanxaneyê. Dadgehê di danişînê de biryar da ku Z.N. ji Navenda Paşve Şandinê (GGM) derxin û tedbîr bê girtin. Ji bo vê yekê xwest nivîsa muzakereyê bişînin dadgehea Malbatî ya Wanê. Dîsa dadgehê biryar daku ji ber Z.N. hêj di GGM’ê de tê girtin, der barê peyvirdaran de serlêdana sûc bê kirin.    Piştî biryara dadgehê Z.N. ji GGM’ê derxistin û şandin Mêvanxaneya Jinan a Wanê.    Parêzerê Z.N. Ebru Demirtepe, anî ziman ku ev yek li dijî Peymana Îstanbulê ye û wiha got: "Kesên bi vî rengî divê ji çavdêriya îdarî derxin û piştgiriya derûnî bidin wan. Ev rewşa heyî li dijî zagonan e. Divê mexdûriyeta muwekila min bê çareserkirin.      MA / Mujdat Can