Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin 2020-11-27 14:42:11 AMED - Polîsan di serdegirtina malan a Amedê de îşkence li endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik û bi van gotinan ‘hûn dizanin îro çi roj e, hesaba vê rojê ji we bipirsin? Ji niha û şunde li xwe baldar bin, em ê dîsa hev bibînin’ gef lê xwarin.   Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl bênavber didomin. Îro serê sibehê li gelek bajaran polîsan bi ser malan de girt û bi dehan kes binçav kirin. Li Amedê polisan bi ser mala Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Azîz Yagmûr a li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê de girt û ew binçav kirin. Polisan deriyê mala Yagmûr şikand û wisa ketin hundir. Di hundir de polisan 5 kesên li malê li erde dirêj kirin û çeke xistin serê wan û bi qûndaxa çekê li wan dan. Her wiha polîsan pêl pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik derbarê îşkenceya li wan hat kirin û gefên li wan hatin xwarin de axivî.   ‘JI NIHA Û ŞUNDE LI XWE BALDAR BIN’   Akbiyik, diyar kir ku di saetên serê sibehê de polîsan bi şikandina derî bi ser mala ku lê mevan bûne de girtine û wiha got: “Bi ketina hûndir re berê çekan dan me û gotin, ‘xwe li erde dirêj bikin’. Dûre ji me re xeber gotin û heqaret li me kirin. Carcaran bi pêhînan li me dixistin û pêl pişta me dikirin. Piştî ku nasnameyên me girtin em birin odeyekê, li wir jî em li erdê dirêjkirin û heqaret li me kirin û bi qontaxa çekê li pişta me û lingên me dixistin.  Digotin ‘bisekinin em dizanin em ê çi li we bikin, em dizanin hûn kî ne, hûn dizanin îro çi roj e, em ê hesabê vê rojê ji we bipirsin? Ji niha û şunde li xwe baldar bin, em ê dîsa hev bibînin’. Bi van gotina gef li me xwarin.”   2  SAETAN LI ERDÊ HIŞTIN   Akbiyik,  da zanîn ku piştî lêgerîna 2 saetan polîsan Azîz Yagmûr binçav kirine û wiha axivî: “Mal ser û bin kirin, dest danîn ser telefon û hin pirtûkên kurdî û tirkî yên ku li pirtûkxaneyan jî tên firotin. Saetek û 2 saet em li erdê hiştin. Di wê demê de gelek caran bi qontaxa çekê û pêhna li me dixistin û heqaret dikirin. Nehiştin em serê xwe jî rakin. Piştî du saetan hevalê me binçavkirin û ji mal derketin.”   JI BER DERPKIRINE SERÎ LI THÎV’Ê DAN   Di berdewamê de Akbiyik, destnîşan kir ku ji ber polîsan ew derpkirine serî li nexweşxaneyê dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em rapora derbê bigirin çûn nexweşxaneyê, rapor nivîsandin lê gotin, ‘herîn ewil li qereqolê îfade bidin pişt re werin raporê bigirin’. Em nizanin wê raporeke çawa bidin me. Dê were guhertin neyê guhertin em nizanin. Ji ber ku li nexweşxaneyê bi me re zêde eleqedar nebûn em çûn me serî li nunertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (THÎV) ya Amedê da. Wan jî em sewqî nexweşxaneyê kirin ku rapora derbê bigirin. Em ê derbarê polisên ku me derb kirin jî serî li ÎHD’ê bidin.”   ‘BERSIVA ME BERXWEDAN E’   Akbiyik, bi lêv kir ku di rojên dawî de zextên li ser ciwanan û civakê derketine asta herî jor û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi serdegirtina malan, gefan û îşkencekirinê tu encam nayê girtin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan biqutifînin, ji têkoşîna wan a rewa qût bikin. Ji xwe di vê pêvajoyê de gelek hevalên me hatin şopandin, revandin, tacîzkirin, gef lê wan hat xwarin. Bersiva me ya li hemberî van pêkanînan berxwedan e, sekna me diyar e. Em di têkoşîna siyasî de israr dikin.”