4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire 2020-11-27 14:32:11 AMED - Malbata Bardakçi berî 4 mehan ji bo cenazeyê kurê xwe Bariş Bardakçi bigire testa deneayê da bû, lê ligel ku encama testê diyar bû jî, cenaze nadin malbatê. Malbatê di daxuyaniya da de, cenazeyê kurê xwe xwest.   Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirin (MEBYA DER), ji bo Bariş Bardakçi yê HPG'ê yê di 2'yê Tîrmehê de, di şereke li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bû û cenazeyê wî nadin malbatê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li Goristana Asrî ya Yenîkoy a navçeya Rezanê hat dayîn. Endamên MEBYA DER'ê û malbata Bardakçi beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku cenaze ji bo malbatê bê dayîn.    Bavê Bardakçi Şukru Bardakçi, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Kurê min di 3'yê Çileya 2015'an de ji holê winda bû. Dûre em fêr bûn ku beşdarî HPG'ê bûye. Kurê min di 2'yê Tîrmeha 2020'an de  li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerekê de jiyana xwe ji dest da. Em heman rojê çûn Colemêrgê ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin. Ji wir jî em çûn Saziya Tipa Edli ya Meletiyê. Li wir jî ji me re gotin cenaze en li Saziya Tipê ya Meletiyê ye. Di 10'ê Tîrmehê de em cardin çû Colemêrgê û me hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê re kir. Dozger vê carê got dosya li Çelê ye. Li ser vê yekê em çûn Çelê. Li vir jî me hevdîtin bi dozger re kir. Ji min mîna xwînê xwestin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê, ji bo testa DNA'yê min mîna xwînê da. Dozger dûre ji min re got, 'Emê dosyay ji Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê re bişînin. Ji vir û şûn de ew muxatabin.'"   DI NAVA DOZGERAN DE HAT Û ÇÛ   Bardakçi, bal kişand ser encama testa denaayê û wiha hirsa xwe anî ziman: "Di hevdîtinên min bi Serdozgeriya Çelê re kir de, ji min re hat gotin ku encama DNA'yê derketiye û cenaze di goristina bêkesan de hatiye veşartin. Li ser vê min bi telefonê hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê re kir. Dozgerê Colemêrgê jî got, dosye n ehatiye gel wî. Dûre got dosya kêm hatiye. Piştre ez şandim gel dozgerê Çelê. 4 mehên min wisan dewam kir. Êdî bila cenazeyê kurê min bidin min. Divê ji vir û şûn de me mijûl nekin."