Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin 2020-11-27 14:06:31   STENBOL – Kesên duh li Stenbolê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin.    Cîgirê Şaredarê Şîşliyê Cîhan Yavûz û Rojnameger Kesîre Onel jî di nav de 19 kesên ku duh li Stenbolê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li ser hesabê xwe medya civakî têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku parêzeran bi her nozdeh kesên binçavkirî hevdîtin kirine û ji ber ku testa wê pozîtîf derketiye Endama Meclisa Bawerî û Gelan Çîgdem Kiliçgul Ûçar li hucreyeke cuda tê ragirtin.    Her wiha OHD’ê, destnîşan kir ku kesên hatine binçavkirin bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin lê ji ber ku li ser dosyayên wan biryara nepeniyê heye nayê zanîn ku çi sûcdarî li wan tên kirin.