Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye 2020-11-27 13:56:00 STENBOL - Rojnameger û nivîskaran, diyar kirin ku rojnamegerên kurd, bi layîqî peywira xwe bi cih tînin û gotin: "Pêdivî bi piştevaniya pîşeyî heye. Em di demek wiha re derbas dibin."   Nûçegihanê ajansa me Dîndar Karataş, ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kiribûn, duh hat girtin. Di saetên serê sibê de jî, nûçegihanê me yê Enqerê Hakan Yalçin di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Kesîr Onel a duh li Stenbolê hatibû binçavkirin jî li Miduriyeta Stenbolê tê girtin.    Nivîskar Aydin Engîn, nivîskarê Sendîka.Org Alî Ergîn Demîrhan û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat bertek nîşanî girtin û binçavkirinên rojnamegeran dan û gotin: "AKP bi taybetî rojnamegerên kurd hedef digire. Divê rojnameger tavilê bên berdan."   LI GORÎ AKP'Ê ROJNAMEGERTÎ DIJMINE   Rojnameger û Nivîskar Aydin Ergîn, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê mafê gel ê agahî girtinê bi bêdengkirina rojnamegeran asteng dike û wiha got: "Rojnamegeriya rast ji bo desthilatdariya AKP'ê weke keleme. Bi taybetî li bajarên kurdan rastî tê veşartin. Di nava rojnamegerên girtî de hempîşeyên em yên kurd, jin û ciwan hene. Ez dibêjm qey nûçegihanên MA'yê di rêza pêşîn dene. Di demek wiha pêdivî bi piştevaniya pîşeyî heye."   ‘RASTIYA FAŞÎZMÊ'   Edîtorê Sendîka.Org Alî Ergîn Demîrhan jî, da zanîn ku desthilatdarî ji bo hebûna xwe dewam bike, zextan li beşên muxalîf û rojnamegeran dike. Demîrhan, bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û wiha got: "Bi taybetî desthilatdarî êrîşî tevgera kurd û çapemeniya kurd dike. Tenê çapemeniya azad, nûçeyên herêmê çidike. Ev polîtîkayek taybete. Ji ber ku nûçegihanên MA û rojnamegerên herêmê bi layîqî peywira xwe bi cih tînin evqas tên binçavkirin û girtin. Desthilatdarî vê jî ji bo xwe weke gef dibîne."   ‘SERBEST BERDIN'   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polît jî, bi bîr xist ku di dema AKP'ê de gelek rojname hatin girtin û wiha bertek nîşan da: "Di vê demê de, zextên li dijî çapemeniya kurdî dîsa pir zêde bûne. Herî dawî rojnameger DÎndar Karataş hat girtin. Gelek hevalên me yên bi hincetên propagandeya rêxistinê kirin, hatine girtin hene. Azadiya çapemeniyê êdî ne tenê meseleya rojnameger û rêxistinên çapemeniyê ye. Ji bo ku gel karibe mafê xwe yê agahî girtinê bi dest bixe, divê rojnameger karibin erka xwe bi cih bînin. Divê rojnamegertî bi tenê neyê hiştin. Rojnamegerî tu carî ne sûce. Ev zext wê nekarin me têk bibin. Em dixwazin tavilê hempîşeyên me bên berdan."