Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê 2020-11-27 10:17:31 ERZIROM – Nûçegihanê me Dîndar Karataş ê hat girtin li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H xistine hucreya yek kesî.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş bi hêceta hevdîtinên wî yên li gel çavkaniyên nûçeyan û hin nûçeyên çêkirine bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” duh ji aliyê Dadgeha Erziromê ve hatibû girtin. Karataş li şandin Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H û wî xistine hucreya yek kesî. Hat zanîn ku dê Karataş bi hêceta vîrûsa koronayê (Kovîd-19) du hefteyan di hucreyê de were ragirtin.