Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye 2020-11-27 09:18:46 MÊRSÎN – Li Girtîgeha Tarsûsê, bijîşkê girtîgehê ji Îsa Gultekînê 66 salî re gotiye, nexweşîna wî diyabet e û divê bê tedawîkirin. Piştî vê "teşxîsa" bijîşkê girtîgehê Gultekîn di mehekê de 25 kîlo zihîf bûye. Gava Gultekîn zihîf bûye wî rakirine nexweşxaneyê û bijîşkê nexweşxaneyê jî teşxîsa pençeşêrê daniye.    Li Girtîgeha Tarsûs a Jimare 3 a Tîpa T'yê gava girtiyê 66 salî Îsa Gultekîn nexweş dikeve, diçe cem bijîşkê girtîgehê. Bijîşkê girtîgehê jî wî muayene dike û jê re dibêje, nexweşîna diyabetê pê re heye. Piştî vê "teşxîsa" bijîşkê revîrê, Gultekînê 28 sal in di girtîgehê de ye dermanên diyabetê bi kar tîne. Lê belê her diçe rewşa wî xirabtir dibe û di mehekê de 25 kîloyan zihîf dibe. Ji ber vê wî radikin nexweşxaneyê. Gava diçe nexweşxaneyê bijîşkê nexweşxaneyê teşxîsa pençeşêrê datîne.    TEŞXÎSA ŞAŞ    Piştî malbata Gultekîn û parêzerên wî dikevin dewrê, îdareya girtîgehê Gultekîn radike Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê. Piştî muayenekirinê cardin wî dibin girtîgehê. Lê ji ber ku rewşa wî xirab dibe cardin wî radikin nexweşxaneyê û vê carê jî hin dermanan didin wî û wî dîsa dişînin girtîgehê. Îcar ji ber ku Gultekîn bêhal dibe û li qawîşê dikeve erdê, cardin wî radikin nexweşxaneyê û vê carê bijîşk teşxîsa Malîgn Neoplazmê (ûra cirnexweş) datîne.    Kurê wî Azîz Gultekîn (41) anî ziman ku bavê wî 3 sal in di Girtîgeha Tarsûsê de ye û ji ber ku bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê daniye, bavê wî jî li gor bernameya diyabetê ya hatiye diyarkirin hereket kiriye. Gultekîn, bilêv kir ku ji ber vê bavê wî ji îdareya girtîgehê xwestiye ku li gor diyetê xwarinê bidinê, lê belê îdareya girtîgehê jê re gotiye: "Em nikarin ji bo te xwarineke din çêbikin." Kur Gultekîn, diyar kir ku piştî vê bavê wî li gor derfetên xwe ji xwe re bernameyeke diyetê çêkiriye, lê belê di mehekê de 25 kîlo zihîf bûye.    ‘BILA BÊ TEDAWÎKIRIN'    Gultekîn, xwest xwedî li bavê wî bê derketin û bê tedawîkirin.    Parêzerê Îsal Gultekîn Mahmût Kaplan jî anî ziman ku di 12'ê Mijdarê de çûye girtîgehê û hevdîtin bi Gultekîn re çêkiriye. Kaplan, diyar kir ku çendî ku muwekîlê wî nexweş e, dîsa jî di qawîşeke yek kesî de dimîne û îdareya girtîgehê di warê sewqkirina nexweşxaneyê de bi hesasî tevnagere.