Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin 2020-11-27 09:16:35 MANÎSA - Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel, anî ziman ku li bajêr rojê 2 hezar kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin.    Li gor xebatên ku Odeya Bijîşkan a Manîsayê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) a Manîsayê, li bajêr rojê li dor 2 hezarî mirov bi şewba Covîd-19'ê dikevin. Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel, da zanîn ku ligel zêdebûna pêketiyan hejmara kesên di beşên awarte de jî zêde bûye.    Demîrel, da zanîn ku li Manîsa û navçeyên wê hema bibêje hemû nexweşxane tije bûne. Demîrel, destnîşan kir ku li bajêr her roj di navbera 1500-2000'î de mirov bi şewbê dikevin û wiha pê de çû: "Helbet ev dane, ne zelal in. Koma fîlyasyonê piraniya kesên pêketî dişînin malê. Li nexweşxaneya zanîngehê, ji bo nexweşan bişîne deverên din li cih digere. Hejmara pêketiyan gav bi gav zêde bû. Di du hefteyên dawî de Nexweşxaneya Efendî ya navendî kirin nexweşxaneya pandemiyê. Nîviyê nexweşxaneyên bajêr nexweşên Covîdê ne, nîvî jî yên asayî ne. Li nexweşxaneya zanîngehê serwîsên pandemiyê tên zêdekirin. Heya niha 6-7 serwîs hatine vekirin. Heger wisa biçe dê dest desynin ser nexweşxaneyên taybet jî."    HEJMARA XEBATKAR Û AMÛRAN KÊM E    Demîrel, bilêv kir ku li nexweşxaneyan ji bo etsta Covîd-19'ê gelek kes li dû hev rêz dibin û got: "Rêz dirêj dibe. Ev jî xetereya pêketinê zêde dike. Hejmara nexweşan zêde dibe, lê xebatkarên tenduristiyê yên bi wan re eleqedar bibin kêm in. Her wiha amûrên li nexweşxaneyan jî kêm in."    Demîrel, destnîşan kir ku ji ber vê yekê dibek ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin zêde bibe.    Herî dawî Demîrel anî ziman ku rewş giran bûye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "rayedar dibêjin 'em di rojên zor û zehmet de ne, destê xwe btêxin bin kevir.' Jixwe laşê me di bin kevir de ye! Ez dibêjim belkî tenê destê me li derve maye. Em vî destî jî ji bo nexweşan bi kar tînin."