Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan 2020-11-26 14:52:22   KIRIKKALE - Malbatên girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Kirikkale, nexweşên bi şewba vîsûsa corana (Covît-19) xistine nava  girtiyên siyasî.      Malbatên girtiyên siyasî diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, nexweşên bi şewba vîsûsa corana (Covît-19) xistine nava  girtiyên siyasî û bi vê yekê şewba nava girtiyan zêde bûye. Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku nexweşên Covît-19 di nava wan de bi cih kirine. Girtiyan bi rêya malbatên xwe xwestin tedbîrên lezgîn bên stendin. Malbatên girtiyên siyasî jî bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin dayedar mudaxaleyî vê yekê bikin. Malbatan diyar kirin ku berê jî pirsgirêkên bi vî rengî derketibûn holê.    Têkildarî mijarê rayedarên girtîgehê jî ev yek red kirin û diyar kirin ku tiştekî wisa tune ye.