Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin 2020-11-26 14:05:54   ERZIROM - Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş ku li Wanê binçavkirin û birin Erziromê, li Midûriyeta Polîsan a Erziromê îfade da. Polîsan Karataş ji ber hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kiriye tawanbar kirin.    Polîsan di 24'ê mijdarê de Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş li Wanê binçavkirin û birin Erziromê. Dîndar Karataş ku 3 rojin di bin çavan de ye, li Midûriyeta Polîsan a Erziromê îfade da. Polîsan Karataş ji ber hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kiriye tawanbar kirin. Ji ber ku Karataş li Navçeya Dutaxê ya Agiriyê û Qereyazî ya Erziromê bi çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin kiriye û li ser yekîtiya neteweya kurd bi siyasetmedaran re hevdîtin kiriye, kirin mijara sûc.    Parêzerê Karataş anî ziman ku der barê dosya Karataş de biryara veşartinê heye û tê payîn ku Karataş sewqî dozgeriyê bikin.