Armaca Soylu 30 hezar notirvan in 2020-11-26 12:32:00   ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku dê kadroyên notirvaniyê derxin 30 hezarî û wiha got: "Em ê 695 notirvanên nû bistînin. Disa êm ê pergala cerdevaniyê dê li Erzirom, Erzîngan, Hatay û Osmaniyeyê jî bidin destpêkirin."    Di Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê de Butçeya Wezîrê Karên Hundir tê niqaşkirin. Îsal li gorî sala par butçeya Wezareta Karên Hundir tê payîn ku ji sedî 16 bê zêrdekirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu der barê armanca sala 2021'an de axivî. Soylu, anî ziman ku di mijdara sala 2020'an de 579 hezar û 446 personelên ewlehiya navxweyî hebû wiha got: "Personelên ewlehiyê ji 313 hezar û 729 personelên polîsan, 203 hezar û 19 personelên cendirmeyan, 7 hezar û 89 personelên ewlehiya peravê û 55 hezar û 609 jî cerdevan in."     ARMANC 30 HEZAR NOTIRVAN IN   Soylu, anî ziman ku di sala 2020'an de 26 hezar û 645 personel xistin kar û wiha got: "Em ê 12 hezar û 807 personelên nû têxin kar. Hêjmara notirvanên sûk û taxan 29 hezar û 185 kes in. Em ê 695 notirvanên nû bigirin kar. Armanca me 30 hezar notirvan e. Em ê li Erzirom, Erzîngan, Hatay û Osmaniyeyê jî pergala cerdevaniyê pêş bixin. Me Hezar û 500 telefonên bi aqil li wan belav kirin. Em êmê ji çavkaniya cerdevanan esker û çawîşê pispor bigirin. Armanc 5 hezar çawîşê pispor in. Heta niha 2 hezar û 244 cerdevan wekî çawişê pispor peyvirdar in."