Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran 2020-11-26 11:46:01   AMED – Kevirên Sûrê yên ji bin avahiyên derdora Sûrê ku hatibûn hilweşandin derketbûn, bi kemce û qamyonên harfiyatê jê qadê tên derxistin. Ji Odeya Avahîsazan Şerefhan Aydin, diyar kir ku bi makîneyên giran ên kar xesarê didin Sûrê.   Di çarçoveya xebata restorekirina Sûrên Amedê ku 10’ê tebaxa hatibû destpêkirin de li semta Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîkê biryara hilweşandina 41 avahiyan hatibû dayîn. Bi hilweşandina van avahiyan re kitabe û amûrên dîrokî li qadê derketin holê. Her wiha hat diyakirin ku di asasê avahiyan de kevirên Sûran hatine bikaranîn.   KEVIRÊN DÎROKÎ BI KEMÇEYAN TÊN RAKIRIN   Walî û Qeyûmê Amedê Munir Karaloglû, derbarê xebatên ku li herêmê tên kirin daxuyanî da û angaşt kir ku kevirên Sûran ên ji asasê avahiyên tên hilweşandin tên derxistin tên veqetandin û dê di xebatên restorekirina Sûran de bên bikaranîn. Her wiha Karaloglû angaşt kir ku ji bo Sûr xesarê nebinin mudaxaleya herî kêm tê kirin. Lê berovajiyê daxuyaniya Karaloglû, kevirên dîrokî û berhemên dîrokî bi kemçeyan tên rakirin û li qamyonên hafriyatê tên barkirin û ji qadê tên derxistin. Nayê zanîn ku ev kevir diçin kur.   ‘NE RÊBAZEKE RAST E’   Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan Şerefhan Aydin, diyar kir ku rêbaza rakirina kevîrên dîrokî ne rast e û wiha got: “Gumanên me hene. Lerzeka ku ji ber xebata li cem Sûran bi makîneyên giran tên kirin çêdibe xesarê dide Sûran. Kevirên ji Sûran ketine divê bên berhevkirin û di xebatên restorekirinê de bên bikaranîn. Berhevkirin û valakirina kevirên Sûrê ya weke kavilan ne rast e. Divê ev xebat li gorî zanîstê û usûla teknîkê bê kirin.”