Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir 2020-11-26 11:33:52   ERZIROM – Îfade dayîna nûçegihanê me Dîndar Karataş ê li Miduriyeta Polîsan a Erziromê dest pê kir.    Nûçegihanê me Dîndar Karataş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erziromê dabû destpêkirin de pêr li Wanê hatibû binçavkirin û wî biribûn Erziromê. Li Miduriyeta Polîsan a Erziromê îfade dayîna Karataş dest pê kir. Hêj hêceta binçavkirina Karataş nayê zanîn û li gel parêzerê wî îfade dayîn didome.