2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin 2020-11-26 10:52:12   MÊRDÎN – Li Şaredariya Bajarê Merdînê 2 midurên din ji ber “nelirêtiyê” ji peywirê hatin girtin.   Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, lêpirsînên ku derbarê rêveberên ku qeyûmê berê Mûstafa Yaman wan peywirdar kiribû didomin. Midurê Projeya Pêkanînê yê Serokatiya Daîreya Karên Fen’ê Mûstafa Alp û Midurê Şaxa Rêyên Bejahiyê Cuneyt Demîrel ji peywirê hatin girtin. Bi her du miduran re 6 personel jî bi awayekî bêdem û bêpere derxistin destûrê. Hat hînbûn ku midurên ji peywirê hatine dûrxistin bi nêlirêtiya îhaleyan tên sûcdarkirin.   Ji miduran Mûstafa Alp beriya niha jî navê wî di nêlirêtiyan de derbas bûbû û têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 30’ê tebaxa 2019’an de nûçeyek jî derbas kiribû. Derketibû holê ku Alp 10 îhaleyên şaredariyê dabû şîrketa ku bi birayên xwe re ava kiribû. Bi van îhaleyan Alp 6 milyon û 507 hezar TL pereye şaredariyê derbasî şîrketa xwe kiribû.   MA / Ahmet Kanbal