'Girtiyan derman nakin' 2020-11-26 09:36:10 EDENE - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Îlhan Ongor, diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bijîşk tahdê li nexweşan dikin.  Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongor, di 20'ê Mijdarê de çû Girtîgeha Osmaniyeyê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê û hevdîtin bi girtiyan re kir û pirsgirêkên li girtîgehê li cihê cih etspît kirin. Ongor, diyar kir ku pirsgirêkên ku tespîtkirine bi îdareya girtîgehê, bi dozgerê girtîgehê, bi Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re parve kirin û xwestin pirsgirêkên navbirî bên çareserkirin. Lê belê hemû serlêdanên wan ên ji bo binpêkirina mafan bi awayekî neyînî biencam bûne. etti.    ‘MAFÊN SEREKE TÊN BINPÊKIRIN'    Ongor, diyar kir ku mafê werzîş û sohbetê yê girtiyan hatiye binpêkirin, pirtûk, kovar û rojnameyên dixwazin nadin wan û got: "Nahêlin girtî biçin pirtûkxaneyê jî. Mafên sereke yên girtiyan binpê dikin. Di nav çar dîwaran de bi her awayî hatine îzolekirin. Girtî êdî nefesê jî nastînin."    ‘TENÊ KORÎDORAN DEZENFEKTE DIKIN'    Ongor, diyar kir ku dezenfektan, maske û lepian bêheq nadin girtiyan û got: "Tiştên kantînê jî pir biha ne. Tenê korîdor tên dezenfektekirin. Dermaneke dezenfektanê yê biçûk bi 23 TL'yan e. Her meh heqê ceryanê ji girtiyan distînin. Qawîşên ku tenê ampûlekê cêdixin, mehê 250-300 TL heqê ceryanê didin. Ev jî binpêkirineke mafan e."    MAFÊ TENDURISTIYÊ   Ongor, diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê mafê tedawî û tenduristiyê yê girtiyên nexweş jî tê binpêkirin. Ongor, bibîr xist ku par ji ber ku mafê tedawiyê hatibû binpêkirin girtiyê nexweş Sabrî Kaya jiyana xwe ji dest dabû û wiha axivî: "Salek e girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nekirine û sê meh in jî wan nabin revîrê û gardiyan tenê dermanê êşbir didin girtiyan. Bijîşkê girtîgehê tahdeyê li girtiyan dike. Serlêdanên derbarê bijîşk de hatine kirin, hemû jî bê encam mane. Girtiyê nexweş Mehmet Kazanci, nigê wî nerihet e. 3 meh in tenê hebên êşbir bi kar tîne. Kesên 4-5 sal in di girtîgehê de ne û nig û milên wan birîndar nayên emeliyatkirin."    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Ongor, anî ziman ku piştî girtiyên nexweş hindik mane bimirin sewqî nexweşxaneyê tên kirin û wiha bi dawî kir: "Îdareya girtîgehê divê dev ji van pêkanînên kêfî berde. Ji bo mafê jiyanê neyê binpêkirin demildest divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin."    MA / Hamdûllah Kesen