Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike 2020-11-26 09:18:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Erdogan Altan, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şer tên kirin û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê PDK diyar bike ku ji bo diyalogê amade ye. Her wiha Altan, destnîşan kir ku heman xetere li Şengalê jî heye.  Rageşiya li Herêma Kurdistanê ku ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rû daye, didome. Ji ber ku hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li herêma Metîna û Garê tên bicihkirin, hindik maye ev rageşî veguhere şer. Heman rewş li herêma Şengalê jî rû dide. Piştî îmzekirina peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe de, bi hezaran esker li herêma Şengalê hatin bicihkirin. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî daxuyandibû ku armanca vê peymanê fermana 75'a ye û ji bo parastina Şengalê bang li hermû hêzan kiribû ku amade bin. Rojnamevan Erdogan Altan ku li Herêma Kurdistana Federe tiştên diqewimin ji nêz ve dişopîne, qewimîn û geşedanên dawî nirxandin.    ‘PDK AMADEKARIYA ŞER DIKE'    Altan, diyar kir ku PDK amadekariya şer dike û got: "Tenê ne li Garê niha li Gac Umran û Balêkanê ku di bin kontrola PDK'ê de ne jî topên giran tên sewqkirin. Yanî bi anîna van yekîneyên topavêj re, hêza li Metîna û Garê zêde bikin."   Altan, bilêv kir ku hêz û yekîneyên ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyê, yanî pêşmergeyên Zerêwane, Gulan û Rojê li herêmê tên bicihkirin û got: "Tê gotin ev yek ji bo liv û tevgera gerîlayên PKK'ê bê astengkirin tê kirin. Hem di operasyona Xakûrkê hem jî di operasyona Heftanînê de ev yek bi vî awayî hat bilêvkirin. Tişta ku Trkiye nikare li bejahiyê bike, rola dane PDK'ê û PDK jî hêza xwe li van deran bi cih dike û dixwaze herêmê têxe bin kontrola xwe."    ÇAVÊ GEL BI TIRKIYEYÊ DIDIN TIRSANDIN'    Altan, diyar kir ku liv û tevgera heyî li her derî heye û herî zêde li herêma Bradostê û got:"Eşîra Bradostê ji roja roj de ne PDK'Ê ne jî Tirkiyeyê qebûl nake. Bi bomeberanakirina bi destê Tirkiyeyê û PDK'ê armanc herêmê ji mirovan xalî bikin." Altan, bilêv kir ku MÎT, Parastin û nûnerên PDK'ê her tim bi gelên herêmê re civînan çêdikin û ji bo PKK'ê ji herêmê derxînin dixwazin wan qaneh bikin û bi operasyonên bejahiyî dixwazin wan çavtirsandî bikin. Altan, diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze li Herêma Behdînanê ji xwe re deriyekî vebikin, lê belê gelê herêmê ji roja roj de rê nedaye ber tu hêzan û lewma her tim gef li wan tê xwarin. Altan wiha li gotinê xwe zêde kir: "Hem dewleta tirk û hem jî PDK baş bi vê dizane, lewma bi destûra Amerîkayê gefan li van deran dixwin. Jixwe di êrîşên hewayî de ev der jî hedef hatin girtin û armanca vê jî ev e."    HEMAN REWŞ LI ŞENGALÊ HEYE    Altan, destnîşan kir ku rewşa Şengalê jî perçeyek vê plana li herêmê ye û wiha axivî: "Peymana Şengalê bi îsrara Tirkiye û bi pêşengiya Amerîkayê hat kirin. Yek ji armanca peymana Şengalê jî ew e ku îmaja PDK'ê ya piştî êrîşên DAIŞ'ê nemabû bê sererastkirin û dixwazin Şengaleke ku şengalî lê tune bibin ava bikin." Altan, bilêv kir ku haya gelê Şengalê ji vê yekê heye û lewma ji wan bawer nakin.   Altan, diyar kir ku bi van planan tê xwestin ku li herêmê gelê êzidî û gelê ereb bera hev bidin û ji bo vê li herêmê hin cinayetên provakatîf tên kirin. Altan, bilêv kir ku hikûmeta Iraqê û rêveberiya herêmî jî vê yekê dikin hincet. Altan, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin, elametên şer in û got: "Gelê herêmê, saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan bang dikin lê belê PDK cardin jî bênavber sewqiyatê didomîne. Niha xetereyek wiha heye; hêzên Gulanê yên sewqî herêmê hatine kirin dibêjin 'Em ji bo mayinên PKK'ê paqij bikin dewriye digerin.' Bûyera li Çomakê jî nîşan dide ku armanc li gor daxwaza dewleta tirk tev bigerin û biçin deverên gerîlayan. Ev ji bo şer provakasyon e. Pêngaveke şerê birakujiyê ye. Jixwe zimanê siyasetê jî nîşan dide ku heger wisa dewam bike dê şerê birakujiyê çêbibe."    DIYALOG    Altan got: "PDK, divê ji bo bangawaziya KCK û PKK'ê amade be. Heger ji bo diyalogê tiştekî beyan neke, divê sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê hemû li hemberî PDK'ê helwesta xwe nîşan bidin. Ji bo vê famkirin bê ev sewqiyat ji bo çi tên kirin, divê heyetek bê avakirin û heger PKK neheq be divê helwest bê nîşandan û heger PDK neheq be divê helwest bê nîşandan. Ji bo birakujî çênebe, pêdivî bi heyete wiha heye, bi heyeteke serbixwe û divê ev heyet biçe herêmê."    MA / Ahmet Kanbal