Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome 2020-11-26 09:18:03 STENBOL - Karkerên BÎMEKS'ê ku ji bo meaş û tazmînata xwe wergirin li ber xwe didin, diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê li ber xwe bidin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin.  Yek ji mexazên herî mezin ên berên teknolojiyê BÎMEKS, di sala 2016'an de her ku çû meaşê karkeran dereng razand. Di destpêka sala 2017'an de jî meaşê karkeran hew da û di sala 2018'an de jî bi hinceta krîzê mexazeyên xwe girtin. Karkerên ku meaş û tazmînata xwe wernegirtin li hev kom bûn û her hefte li ber zanîngeha Ozyegîn û Bogazîçiyê ku xwediyên van mexazeyan li van zanîngehan hîndekar in, kom dibin û doza heqê xwe dikin. Karkeran destnîşan kir ku heya tazmînata xwe û meaşê xwe wernegirin dê dev ji çalakiya xwe bernedin.    TAZMANÎTA WÎ NEDANÊ    Zeynel Çîftgoz ku ji Çileya 2013'an heya Çileya 2017'an di BÎMEKS'ê de xebtiye, piştî di sala 2017'an de BÎMEKS hat girtin betal maye. Çîftgoz, diyar kir ku du meaşên wî û tazmînata wî nehatiye dayîn.    MUXATAB TUNE YE    Çîftgoz, diyar kir ku heya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî karê BÎMEKS'ê pir baş bûye û cîroya wê her roj zêde dibû û wiha got: "Piştî hewldana darbeyê meaşê me bi derengî hatiye xistin, Piştî mehekê du mehan bi derengî hat xistin, du mehan meaşê me nedan me. Mexazaya lê dixebitîm di sala 2017'an de hat girtin. Gava meaş nedidan bi rêya maîlan peyam ji me re dişandin, digotin ev tiştekî demborî ye. Me jî di vê demê de piştgirî da wan. Kardêran digot 'Heke bivê ez ê xaniyê xwe, wesayîta xwe bifiroşim. Gere li cem min qurîşek karkeran jî nemîne.' Lê belê niha yê mexdûr em in û em muxatabekî nabînin."    ‘HENEKÊ XWE BI ME DIKIN'    Dîlek Aslan jî 9 salan di BÎMEKS'ê de xebitiye. Aslan wiha axivî: "3 meaşên min û heqê 17 roj destûra min a salê ma. Min tazmînata xwe jî nestendiye. Patron tim di ser dîn re ajîtasyon kirin. Em di rojên baş de li cem wan bûn, me got em di rojên xirab de jî li cem wan bin. Min raste rast serî li îcrayê neda. Me pir zehmtî kişand. Me kredî kişand û em bi wî pereyê krediyê diçûn kar. Xwediyê xênî hat ber derî. Me deynê xwe yê krediyê neda. Gava me doza heqê xwe kir, henekê xwe bi me kirin û gotin 'Ne deynê me ye, deynê şîrketê ye.' Wexta pere dihatin, ên berhev dikirin kî bûn? Gelo ji bo vê jî dibêji 'şîrket ne a me ye?'"    'EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN'    Aslan, destnîşan kir ku heya heqê xwe bistînin dê têbikoşin û got: "Êdî baweriya me bi dewlet, edalet û hiqûqê tune ye. Kî van neheqiyan diparêze, em nizanin. Ez ê nehêlim kes heqê zarokên min bixwe. Xeyala min a ji bo xanî bû, rizqê zarokên min bû, hêviya min bû. Bi salan nehiştin em cejnê jî bikin. Nehiştin em xweşikî li cem zarokên xwe bimînin. Ez ê nehêlim ew jî cejnê bikin. Em dixwazin karker hemû berxwedana me mînak bigirin û em bi hev re li dijî neheqiyan li ber xwe bidin. Em heqê xwe ji patronên xayîn re nehêlin."