ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-26 09:00:33 * Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgûnes diyar kir ku ji bo avakirina yekîtiya kurd divê demildest xebateke dîplomasiyê bê meşandin û got: "Êrîşên li dijî deskeftiyên gelê kurd ji ku ve bê û ji kîjan perçeyê bên pêwîste em bi hev re helwestekî hevbeş nîşan bidin. Pêwîste ku tu kes nebe hevkarê van êrişan. Ev sedsal sedsala azadbûn û avakirina yêkitiya neyeteweyî ya kurd e." * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bal kişand ser îstîfaya Bulent Arinç û got: Ev destpêka perçekirina Îtîfaqa Cumhur e. Ez dibînim ku di nava îqtîdarê de şerê çawa cih bi dest bixe heye. Dê her kes hêza xwe dîne holê."    * Rewşenbîrên êzidî, diyar kirin ku pêşmergeyên PDK'ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih girtine û gotin: "Ji bo gelê Şengalê ku bi fermaneke nû re rû bi rû ye, bang li her kesî kirin ku di vî warî de hesas bin.   * Karkerên BÎMEKS'ê ku ji bo meaş û tazmînata xwe wergirin li ber xwe didin, diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê li ber xwe bidin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin.    * Rojnamevan Erdogan Altan, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şer tên kirin û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê PDK diyar bike ku ji bo diyalogê amade ye. Her wiha Altan, destnîşan kir ku heman xetere li Şengalê jî heye.    * Berfa Servîn ku pirtûka wê ya bi navê "Cinawira Gola Wanê" bi alîkariya malbata wê bi kurdî hat çapkirin, got: "Mêjiyê min kurdî ye, lê zimanê min tirkî ye. Ji bo zimanê xwe yê zikmakî pêş bixim, min xwest ev pirtûk ji bo min bibe gava destpêkê."    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku li Amedê rojê nêzî 800 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û bang li welatiyan kir ku xwe bi xwe tevdîrên xwe bigirin.    * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Îlhan Ongor, diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bijîşk tahdê li nexweşan dikin.    * Edîtora Beşa Kurdî ya Jinnewsê Roza Metîna, di çarçoveya lêpîrsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin. Dema di binçavan de bûye polîsan pirsa ‘tu endama Komeleya Nivîskarên Kurdî yî?’ jê pirsîne. Metîna got: "Armanca wan kar û xebatan îllegalîze bikin e."    * Li Şengalê yek ji kesên li dijî DAIŞ'ê şer kiribû û jiyana xwe ji dest dabû jî Mîzgîn Ozgan bû. Dayîka wê Dayika Aşîtîyê Kadriye Ozgan, xwest li dijî rageşiya li Herêma Kurdistana Federe hemû dayik dengê xwe bilind bikin û li ber şer rabin.    * Danişîna ewil a doza Nîzamettîn Şahîn ku li Agiriyê zarokek bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibû dê li Dadgeha Agiriyê dê bê lidarxistin. (10:40)   * Danişîna biryarê ya doza M.Ş.G. ê ku li navçeya Qelqeliya Wanê 5 zarokan bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibû dê li Dadgeha Wanê were lidarxistin. (10.45)   * Danişîna ewil a doza Î.H.K. û Y.V. yên li Navenda Paş de Şandinê ya Wanê dest dirêjî Z.N. ya ji Îranê kiribûn dê li Dadgeha Wanê were lidarxistin. (11.00)   * Seroka Giştî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û şandeya pê re dê serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bikin. (11.30)   * Şaxa SES'ê ya Şîşlî dê helwesta Serhekîmê Nexweşxaneya Şîşlî Hamîdiye Etfalê ya li hember xebatkarên tenduristiyê li ber nexweşxaneyê şermezar bikin. (12.30)