Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin 2020-11-25 09:12:31   RIHA – Li navçeya Serêkaniyê Yûsûf Baylûg tecawizî Y.O.'ya 7 salî kiribû û paşê ew kuştibû. Piştî 8 salan 35 sal ceza li Baylûg hat birîn û hat girtin.    Di 15'ê Cotmeha 2012'an de li Taxa Taşyalak a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Yûsûf Baylûg tecawizî Y.O.ya 7 salî kiribû û paşê ew kuştibû. Piştî bûyer aşkere bûbû Baylûg hatibû girtin. Lê belê 8 sal şûnde 35 sal ceza li Baylûg hat birîn û cardin hat girtin.    Bav Abdulhamît O. diyar kir ku kesê keça wî kuştiye 8 salan li derve maye û xwest Û. Baylûgê ku tiltiya wî jî di kuştina keça wî de heye bê girtin.    Piştî Y.O. hatibû kuştin lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî bûyer derketibû holê Û. Baylûgê ku wê çaxê 18 salî bû û birayê wî Yûsûf Baylûg (17) ji gund derketibûn. Lê belê di çarçoveya lêpirsînê de di 1'ê Kanûna 2013'an de li Bûrsayê hatibûn binçavkirin. Her du kes di 13'ê Kanûnê de hatibûn girtin.Paşê ji ber ku Yûsûf Baylûg zarok bûye dosyeya wî hatibû veqetandin.    Her du bira 7 mehan girtî mabûn û paşê di 17'ê Hezîrana 2014'an de hatibûn berdan. Di danişîna 18'ê Çileya 2016'an de bi hinceta delîl kêm in, her du kes beraet kiribûn. Lê belê parêzerê malbata O. îtiraz kiribû û gotibû biryara hatiye dayîn dijî qanûnê ye û ji bo vê serî li Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind dabû.    Daîreya Ceza ya Dadgehê jî di 17'ê Kanûna 2019'an de biryar xera kiribû. Di doza ku ji nû ve dest pê kir de, Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê di danişîna 4'an de derbarê Û. Baylûg de biryara beraetê da û 35 sal ceza li Yûsûf Baylûg birî.    Bavê mexdûrê bibîr xist ku Yûsûf Baylûg 8 salan li derve bûye û bi rihetî geriyaye û got, gumanbarê din Û. Baylûg jî tiliya wî di vê bûyerê de heye û xwest ew jî bê girtin.