Cendirme xwest 272 malper hatin girtin 2020-11-22 16:42:29   AMED – 272 Malperên ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê girtina wan xwest, ji aliyê BTK’ê ve ji xwe gihandinê re hatin girtin.    Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê, di encama lêkolîneke ku di navbera 15’ê cotmehê û 15’ê mijdarê de kiriye, bi angaşta “propagandaya rêxistinê” dikin, “bahîsa derveyî qanûnan” didin leyistandin û weşanên mustehcenî dkin, ji bo girtina 272 malperan serî li Dadgeriya Cezaya Silhê ya Nobedar a Amedê da. Di encama serlêdanê de dadgehê biryara girtina malperan da. Piştî ku biryar ji Saziya Ragihandin û Agahiyên Tekonolojîk (BTK) re hat ragihandin, malper ji xwe gihandinê re hatin girtin.