Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe 2020-11-22 14:38:04   HATAY/ÇEWLÎK – Di çarçoveya kampanya HDP’ê ya “Li dijî faşîzmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet” de li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel hatin lidarxistin.    Di çarçoveya kampanya HDP’ê ya “Li dijî faşîzmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet” de li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê û li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê civînên gel hatin lidarxistin. Civîna li Kanîreşê li Avahiya HDP’ê ya Navçeyê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û Endamê Meclisa Partiya (PM) ya HDP’ê Mûrat Aydin tevlî civîna li Kanîreşê bûn.    ‘AKP LI BER TÊKÇÛNÊ YE’   Parlamenter Aydemîr û Aydin  di civînê de axivîn û bal kişandin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên ku ji hêla AKP’ê ve li ser kurdan tên meşandin û xwestin ku hem ji bo rakirina tecrîdê hem jî ji bo bidawîkirina polîtîkayên AKP’ê têkoşîn bê dayîn.  Aydemîr, destnîşan kir ku AKP li ber têkçûnê ye û dê di hilbijartina destpêkê de AKP têk biçe.    ÎSKENDERÛN   Li Îskenderûnê jî civîn, bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Kemal Pekoz li Avahiya HDP’ê ya Navçeyê pêk hat. Pekoz, di civînê de axaftinek kir û bi lêv kir ku li gel hemû zextên li ser partiya xwe jî li ser piya ne û têkoşîna xwe didomînin.