Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin 2020-11-22 13:26:49   AMED – Koma li ber avahiya HDP’ê ya Amedê, bi angaşta ku tû kiriye wan êrişî rêveberê DBP’ê Îhsan Çapan kirin. Lê di dîmenên ku derketin holê de komê tû kiriye Çapan û heqaret lê kirine.   Koma ku bi angaşta zarokên wan derxistiye serê çiya ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li ber derê Avahiya HDP’ê ya Amedê tê rawestandin, êrişî rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îhsan Çapan kirin.  Ji komê kesê bi navê Celîl Begdaş, duh dema ku Çapan ji HDP’ê derketibû, bi çêr û gotinan heqaret lê kiribû.    Di nûçeyên ku hatin serwîskirin de jî Begdaş, angaşt kir ku Çapan heqaret li wan kiriye. Lê di dimênên ku hatin weşandin de bûyer berovajiyê angaştên Begdaş in. Di dîmenan de Çapan bimaske ye û Celîl Begdaş û Suleyman Aydin bê maske ne û Begdaş berê xwe dide Çapan û tûyî wî dike. Her wiha kom jî heqaret li Çapan dikin û bi awayekî bê maske êrişî avahiya HDP’ê dikin.    Çapan, derbarê êrişî de axivî û diyar kir ku destpêkê ji komê jinekê maskeyê xwe derxistiye û tûyî wî kiriye û piştre çend kesên din jî ji komê êrişî wî kirine.    Piştî bûyerê Miduriyeta Polisan a Amedê Çapan ji bo gotin dayînê vexwend miduriyetê.    Çapan  got ku wê giliya komê bike.