Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt 2020-11-22 11:35:08   ENQERE - Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewba vîrûsa corona (Covît-19) topa gelek esnafan avêt. Esnafên Kizilaya Enqere Bahadir Çevikçi, anî ziman ku tenê li 5 kargeriyan 132 karker betal man. Esnaf Aşkin Yigit jî anî ziman ku ji van tedbiran bi 100 hezar TL zerar kiriye.    Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa covît-19 nexweş dikevin roj bi roj qat bi qat zêde dibe. Dîsa kesên bi vê şewbê dimirin jî pir zêde dibin. Ji ber tedbîrên ku hikûmetê stendin, gelek esnaf mexdûr bûn û top avêtin. Esnafên Semta Kizılayê ya Enqereyê anîn ziman ku ji ber tedbîrên bê wext û bê pergal, hatine sînorê îflasê. Esnafên kuçeyên Konur û Karanfîl ên Kolana Yukselê ya Navçeya Çankaya ya Enqereyê, diyar kirin ku ji ber van tedbîrên hikûmetê yên şaş esnaf îflas dikin. Tenê li Kuçeya Karanfilê 5 esnafan gargeriyên xwe girtin û 132 karker betal man. Esnafê ku ecînê çêdike û difiroşe Bahadır Çevîkçî, diyar kir ku piştî tedbîran neçar ma kargeriya xwe bigire û wiha got: "Bi vê biryara nû bi hezaran karker û esnaf betal man. Tenê li dikana cîranê me 27 karker dixebitin. Niha tenê 2 karker kar dikin. Li cem min 18 karker dexebitîn. Niha tenê 2 karker dixebitin. Li cem Kahvefiroş 30 kes dixebitîn. Niha bi temamî hat girtin. Li Çarşiya Karanfilê 37 karkeran kar dikir. niha tenê 7 karker dixebitin. Esnaf dê çawa debara xwe bikin. Esnaf hem dikarên xwe digirin û hem jî dîsa fatûra av, ceyran û xaza xwezayî radizînin.    Çevikçî, anî ziman ku xwest kredî bikişîne, lê bankayê kredî neda wî û wiha got: "Çend sal berê gotin werin kredî bikişînin. Lê niha kredî nadin. Êdî esnaf top davêjin. Vê pergalê her tişt ser û bin kiriye. Em nisanin kengî qedexe dest pê dike û kengî qedexe bi dawî dibe. Em nikarin li dijî vê yekê tedbîrên xwe jî bistînin.    Esnaf Zekî Înce jî li Kolana Meşrutiyetê 2 meh berê kargeriyek dewir girt û dest bi kar kir. Înce, anî ziman ku piştî qedexeyê tenê dikare bi pakêtan serwîs bike û wiha got: "Êdî kes pakêtan jî nakire. Min di nava rojekê de tenê 5 paket sipariş girtin. Ez di vê rewşê de nikarim kirê razînim. Li Enqere kolana herî bi tevger Kolana Meşrutiyetê ye. Lê îro hemû esnaf cihê kar digirin.    Esnafê Kolana Mithatpaşa Aşkin Yîgît jî anî ziman ku 100 hazar TL Kredî kişand û wiha got: "Min kredî kişand, nê nikarim vî pereyî bidim. Niha deynê min ê kredî faîz kirine. Niha 12 hezar TL heqê kirê heye. Em hemû ji bêrîka xwe didin. Li cem min 8 karker dixebitin. Lê min ji neçarî 4 karker ji kar derxistin. Bi van tedbîran nikarin rê li pêş şewbê bigirin.    Nadir Yılmaz ê 30 salin esnafiyê dike jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em berê bi qeyranek wisa mezin re rû bi rû neman. Xebatên kargeriyan kêm dikin, lê AVM vekirî ne. Eger bên girtin divê her kes bên girtin. Bi vî rengî nabe.    MA / Emrullah Acar - Zemo Aggoz