HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-11-22 10:48:59   STENBOL – Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût jî di nav de kesên ku duh ji ber binçavkirinên li dijî KCD’ê şermezar kiribûn, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, duh bi armanca şermezarkirina operasyona binçavkirinê ya li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Taksîm Tunelê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistibû. Polisan êrişê çalakiyê kiribûn û Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût jî di nav de 22 kesî binçav kiribûn. Piştî girtina gotinên wan ên li Miduriyeta Polisan a Stenbolê 21 kes hatin berdan û welatiyê bi navê Cahît Tûnar ji ber lêpirsîneke din nehat berdan. Tê payîn ku Tûnar îro derkeve dozgeriyê.    Erdal Avci û Elîf Bûlût, piştî berdana xwe li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî êrişa polisan û binçavkirinan dan.