‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne' 2020-11-22 09:12:42   WAN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê destnîşan kirin ku armanca sereke ya kampanyaya "Tevbigere" şikandina  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û gotin. "Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne."    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di 22'yê Tîrmehê de di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de kampanyaya "Tevbigere" dabû destpêkirin. Kampanyaya mecclîsa ciwanan bnavber didome. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê, anîn ziman ku ligel têkoşîna li dijî tiryak, fuhûş û kuştina jinan armanca sereke ya kampanyayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    ARMANCA SEREKE TECRÎD E    Endamê meclîsê Sînan Turk, anî ziman ku armanca sereke ya kampanyaya wan şikandina tecrîda li ser Ocalan e. Turk, diyar kir ku di çaçroveya kampanyayê de li ser fuhûş, tiryak û kuştina jinan û gelek mijarên din sekinîne û got: "Armnaca me ew e ku em li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet pûç bikin. Çavkaniya sereke ya van pirsgirêkan jî tecrîda li ser Ocalan e. Em vê yekê ji gel re vedibêjin. Armanca me em tecrîdê bişikînin û civakê azad bikin."    SEKNA CIWANAN A LI DIJÎ TECRÎDÊ   Turk, destnîşan kir ku heya tecrîdê neşikînên dê têkoşîan wan dewam bike û bal kişand ser girîngiya dînamîzma ciwanan. Turk, bilêv kir ku vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin û got: "Piştî xebata stîcker a derbarê tecrîdê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Amedê. Me cardin stîcker daliqandin. Ev liv û tevgera siyasî, endîşeya wan a ji ber sekna ciwanan dide der. Me li Stenbolê daxuyaniyek da ku ji bo em balê bikişînin ser tecrîdê li ser Ocalan. Lê mudaxile kirin. Em werê bawer dikin ku dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne. Em dizanin ku tecrîd hinceta şer e û bi vî awayî tê xwestin hêviya ji bo aştiyê bê şikandin. Lê em ê di vê çarçoveyê de xeta çalakîbûnê birêxistin bikin û peywira xwe bi cih bînin."    Turk, destnîşan kir ku her diçe tecrîd girantir dibe û got: "Êdî ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan dê hin pêngav çêbibin. Em ê nehêlin ku mafê hêvîkirinê yê gel bê binpêkirin."    Endama meclîsê Arjîn Tûncer jî anî ziman ku sedema polîtîkayên şerî tecrîda li ser Ocalan e. Tûncer bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser civakê jî û got: "Bi tecrîdê tê xwestin ku gelê kurd dîl bigirin. Lê belê ruhê berxwedanê vê yekê pûç dike. Em di hemû hevdîtinên xwe de bal dikişînin ser armancên sereke yên kampanayayê û em dibêjin hêvî şikandina tecrîdê ye. Hemû ciwanên kurdistanî divê bi berpirsiyarî tev bigerin. Meclîsên me yên ciwanan polîtîkayên şerê taybet ên AKP'ê pûç kirin. Her ku tên teşhîrkirin êrîşên wan jî zêde dibin. Ji lewra em di ehdefa ewil a pergalê de ne. Îqtidara AKP'ê wekî talûkeyekê li ciwanên HDP'î dinêre."    Tûncer got: "Paradîgmaya rêya sêyem a Ocalan ji bo civakê bû nefes û hêvî. Lewma bingeha van êrîşan jî hêzên kapîtalîst in. Lewma me ciwanan li hemberî van polîtîkayên şerê taybet eniya herî xurt ava kir. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome."    MA / Dîndar Karataş