31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe 2020-11-22 09:08:22   DERSIM – S.O. ku ji zarokatiya xwe heya niha tahde lê tê kirin, diyar kir ku malbata zilamê ku wê dev jê berdaye dest daniye ser keça wê û ji jinan xwest ku alîkariya wê bikin.    S.O. ya 31 salî gava hîn pitik bûye dê û bavê wê dev ji hev du berdane. Piştî vê dê û bav wê dane ba nihêrvanekê. Nihêrvan jî tim tahde lê kiriye. S.O.'yê behsa zor û zehmtiyên bi wan re rû bi rû mane kir.    NIKARE KEÇA XWE BIBÎNE    S.O., gava dibe 7 salî dêya wê, wê datîne cem malbata zilamê ku pê re zewicandiye. Hingî tahde lê tê kirin, di 11 saliya xwe de ji cem vê malbata li Amedê direve û diçe wargehekê. Heya 18 saliya xwe li vê wargehê dimîne. Dû re ji wargehê dertê û diçe Mêrsînê cem mala hevalek xwe. Li vê derê ji xwe re dixebite û debara xwe dike. Gava tê Mîhrîcana Mûnzûrê, li wir kesekî nas dike û salek şûnde pê re dizewice. Piştî dizewice bi awayekî fizîkî û devkî tahde lê tê kirin. PIştî vê tahdeyê S.O. dev ji hevjînê xwe berdide. Gava dev jê berdida malbata zilam jî dest datîne ser keça wê. Çendî ku dadgehê welayeta keçikê daye S.O. jî, lê belê malbata zilam keça wê rê wê nade. S.O. jî ji bo keça xwe bîne cem xwe li ber xwe dide.    ‘MIN DÊ Û BAVÊ XWE QET NAS NEKIRIN'    S.O. behsa sarokatiya xwe kir û got: "Gava ez hatim dinyayê, dêya min ez danîm cem nihêrvanekê. Ez bavê xwe nas nakim. Lê nihêrvanê tim tahde li min dikir. Gava bûm 7 salî min pê hesiyam ku jinika nihêrvan ne dêya min e. Carinan bi telefonê bi dêya xwe re diaxivîm. Gava pê re diaxivîm min jê re digot 'min xela sbike.' Dêya min ez anîm, li Amedê danî cem malbata zilamê ku pê re zwicîbû. Heya 11 saliya xwe li cem vê malbatê ma. Li vê derê jî heman tahde hebû. Xwestin di wî temenî de min bizewicînin. Ez jî ji malê reviyam. Polîsan ez birim wargehekê. Heya vî emrî li wargehê mam. Car hebû li serşoyê, car hebû li tuwaletê radiketim. Pêlavek min jî tune bû. Heya 18 saliya xwe li wargehê mam. Dû re çûm Mêrsînê mala hevaleke xwe. Li vê derê di aîxaneyekê de xebitîm."    S.O. anî ziman ku piştî çûye Mêrsînê bi salekê çûye Mîhrîcana Mûnzûrê ya Dersimê û got, li vê derê kesek nas kiriye û dû re bi vî kesî re zewiciye. S.O. diyar kir ku piştî zewiciye ev kes tahde lê kiriye û got: "Carinan min didît tiryak bi kar dianî û araq vedixwar. Piştî zaroka min çêbû, hevjînê min xweşikî nedihat malê. Me tim şer dikir. Beleheq belesebeb şer dikir. Paşê pê hesiyam ku wî û jineke din bi hev re xaniyek girtine. Zaroka min biçûk bû. Piştî bi vê hesiyam pir êşiyam. Paşê me li hev kir û em ji hev veqetiyan. Min li kafeteryaya dersxaneyekê dest bi kar kir."    3 MEH E KEÇA XWE NABÎNE    S.O., anî ziman ku çendî ku dadgehê wekaleta keça wê daye wê jî malbata zilam bi zorê jê stendiye û got: "Çûne ji Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyê biryara parastina zarok girtine. Gotine, zirarê dide zarokê û lewma wê ji min dûr xistine. Ne mesele ye, bila li cem wan be. Lê gava dixwazim wê bibînim, divê rê min bidin. Lê 3 meh in ez keça xwe nabînim. Du hefte ye diçim, lê rê min nadin. Tenê min xwest dawiya hefteyê keça min rê min bidin. Wekî ku keça min di girtîgehê de be, li ber paceyê min bi dizîka pê re xeber da. Ji ber vê birayê zilamê min dev jê berda li min xist. Çûm nexweşxaneyê, min rapor girt û dû re ming ilî kir."    JI BO ALÎKARIYÊ BANG LI JINAN KIR    S.O., anî ziman ku ji bo keça xwe bibîne cardin serî li dadgehê daye û got: "Ez nizanim bê malbat çi ye. Tim tahde li min hat kirin. Nikarim vê rastiyê înkar bikim. Dibe ku ez bi kesekî şaş re zewicîbim, lê naxwazim ev yek bandorê li keça min bike. Naxwazim keça min bê dê mezin bibe û tiştên hatine serê min bên serê wê jî. Tenê dixwazim pêşeroja keça xwe baş bikim. Lewma bang li hemû jinan dikim ku alîkariya min bikin."    MA / Ayşe Surme