Rojnamevan Akman hat berdan 2020-11-21 21:50:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Nûrî Akman ku li Romanyayê ji bo radestî Tirkiyeyê bê kirin hatibû binçavkirin, hat berdan.    Rojnamevan Nûrî Akman hat berdan. Akman, li Balafirgeha Bukreş a Romanyayê hatibû binçavkirin û hatibû xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin. Lokman Coşkûnê ku bi Akman re hatibû binçavkirin jî hat berdan.    Akman li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku hatiye berdan.