Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî 2020-11-21 13:34:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên girtîgehê, pênûs û pirtûka boyaxê nedan zaroka 1,5 salî Arîn Hêvî ya di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de, bi dayika xwe dimîne.    Pirsa “Gelo di girtîgehên Tirkiyeyê, çend zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne” nayê bersivandin û ev mijar tê veşartin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, derbarê vê mijarê de, di meha Tîrmehê de, pêşniyaz pirs da bû Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul. Lê Gul di bersiva da de jî hejmara  zarokên di girtîgehê de aşkere nekir.   Wezîrê Dadê Gul, di bersiv dayîna xwe de, tenê qîma xwe bi van agahiyan anî; “Ji 18’ê sibata 2019’an ve li Tirkiyeyê, 7 girtîgehên zarok û ciwanan hene û 4 jî malên perwerdê yên zarokan hene. 146 zarokên temenê wan di navbera 12 û 15 salî, 2 hezar û 764 zarokên temenê wan di navbera 15 û 18 salî de girtî û hikumxarin.”   Di nava sê salên dawî de, hejmara girtî û hikumxwarên zarokan nayin zanîn. Yek ji van zarokên di girtîgehan de bi dayikên xwe re dimîne Arîn Hêvî ya 1,5 saliye.    Di sala 2010’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” doz li dayika Arîn Nûrcan Kizilkaya hat vekirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nûrcan Kizilkaya ya 3 salan di girtîgehê de hat darizandin, dûre hatibû berdan. Piştî ku cezayê Kizilkaya hat erêkirin, bi zaroka xwe ya 6 mehî Arîn Hêvî kirin Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê.    Bavê Arîn ê parêzer Mehmet Sanî Kizilkaya, ji bo keça xwe ya ku saleke bi dayika xwe re girtiye, pênûs û pirtûka boyaxê teslîmî rayedarên girtîgehê kir û xwest bidin Arîn. Lê rayedarên girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn. Rayedarên girtîgehê bi hinceta, di temenek wisan biçûk de destê wê pênûsê nagire û nikar boyax bike, pirtûk û pênûsa boyaxê nedan Arîna biçûk.    Bavê Arîn Kizilkaya, li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşanî vê rewşê da û ev parvekirin kir: “Keça min salek û 5 mejiye. Di girtîgehê de ye. Bi hinceta keça min ‘nikare pênûs bigire û boyax çêbike’ pênûs û pirtûka boyaxê ya ku min jê re şandibû nedanê. Gelo hûn dizanîn ku li vî welatî, rêveberiyeke girtîgehê ya ku pirtûk û pênûsa boyexê ya zarokan nadiyê, heye?”