Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e 2020-11-21 11:56:09 AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku “reforma darazê” ya ku AKP’iyan aniye rojevê bêserûpê ye û got: “Gazinên Serokkomar û Wezîrê Dadê yên derbarê darazê de girîng in lê ewqas jî pêkenok e.”    Li aliyekî nîqaşa “reforma darazê” ya ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û AKP’yî anîn rojevê didome li aliyekî din jî li dijî sazî û dezgehên siyaset û xebata demokratîk birêve dibin operasyon li ser operasyonê pêk tê. Duh li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 32 jê parêzer derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat derxistin û 72 kes hatin binçavkirin. 21 parêzerên binçavkirî piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan. Binçavkirinê yên mayî li Miduriyetê didome.   ‘NE JIDIL IN’    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî binçavkirinan da. Aydin diyar kir ku piştî ku li Tirkiyê di mijarên reform û demorkatîk de gotin tên ziman bêhiqûqî û bêedaletî jî di rojevê de ye û bi salan e li ser reforma darazê tê axaftin. Aydin got kengê reform, guhertin û demokratîkkirin tê rojevê operasyon li ser operasyonê pêk tê. Aydin destnîşan kir ku rayedarên dewletê ango îqtîdarê di mijara reformekirinê û demokratîkkirinê de na jidil in û got: “Gazinên Serokkomar û Wezîrê Dadê yên derbarê darazê de girîng in lê ewqas jî pêkenok e.” Aydin destnîşan kir ku operasyona li dijî parêzer û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di bin banê “KCD’ê” de pêk hatiye li dijî hiqûqê ye.