Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev 2020-11-21 10:20:53 AMED – Fîgen, Sertaç û Gulîstan Ektî xwîşkên hev in. Bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xwebûnê tên nasîn. Têkoşîna wan îro têkoşîna Mîrabel ên xwişkên hev vediguhezîne roja me ya îro. Gulistan Ektî dibêje “em li mal sê xwişkên hev in, em li kolanan bûn hevrêyên hev. Haya me ji Mîrabel ên xwişkên hev tune bû. Lê li vir jinên kurd têkoşînek destanî birêve dibin.”   Li Dominikê 60 sal berê şer dest pê dike. Îro li çar aliyê cîhanê ew têkoşîn belav bûye. Sê xwişkên hev bi destdirêjiyê û îşkenceyê re rûbirû dimînin û tên kuştin. Roja 25’ê Mijdarê tên kuştin. Roja kuştina wan 25’ê Mijdarê bûye roja hevgirtin û têkoşîna jinan û serî netewandinê. Têkoşînek ku a xwişkên hev ku li Dominikê dest pê dike îro têkoşînek bi heman rengî xwe dirêjî gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezroya Amedê dike. Sê xwişkên hev ên ji Helhelê bi têkoşîna xwe derdikevin pêş. Têkoşîna van her sê jinên kurd têkoşîna Mîrabel ên xwişkên hev zindî dike.   Têkoşîna her sê xwişkên hev bi pêşengiya dayika wan Saniye Ektî dest pê dike. Dayik Saniye zarokên xwe di her warî de bi hişmend dike. Saniye Ektî di serî de Sertaç, Fîgen û Gulistan û her wiha du keçên xwe din û du lawên xwe têkoşînê bi wan dide nasîn û beşdarî têkoşînê dike. Dewlet li serê malbatê dibe bela. Rojê carnan carek carnan jî 5 car leşker bi ser mala wan de digire.    NAVÊN KURDÎ LI ZAROKAN QEDEXE DIKIN    Her zarokek bi dayika xwe Saniye Ektî li dijî zilma dewletê têkoşîna azadiyê ya kurd nas dikin. Dayik navên wek Rojhat, Ala Rengîn û Berzan dixwaze li zarokên xwe bike lê jê re dibêjin ev nav “qedexe” ne û van navan nikare li wan bike. Zaroka herî biçûk Gulistan Ektî ye û niha ew 35 salî ye. Navê Rojhat lê dikin û dewlet wî navî qebûl nake. Dema bi zilma dewletê re tê nasîn hêj 9 salî ye û dewlet gelek caran bi ser mala wan de digire û dayik û ferdên malbatê tev binçav dikin. Ew di salên biçûkatiyê de nasnameya kurdbûnê ferq dike. Dewlet di salên 1990’î de cerdevaniyê dispêre gundê Helhelê. Xelkê gund cerdevaniyê qebûl dike. Tenê malbata Ektî qebûl nake û serî radike. Saniye Ektî wê çaxê dibêje “Dijminiya esil ew e ku meriv çek hilde destê xwe û li dijî nijada xwe şer bike ye” û bi vî awayî cerdevaniyê red dike. Piştî vê yekê malbat hin bêtir dibe hedefa dewletê. Li aliyekî dewlet û li aliyekî din jî cerdevan zilmê li malbatêdikin. Her ku diçe zext û êrişên dewlet û cerdevanan li ser wan dewam dike.    HER SIBEH DENGÊ POSTALÊN LEŞKERAN TÊ    Malbata Ektî her sibeh bi dengê postalên leşkeran ji xewê şiyar dibin. Di her serdegirtina malê de zexîrên wan tev tên rijandin û mala wan tê serobinkirin. Dewlet dixwaze bi vê sepanê malbat cerdevaniyê qebûl bike. Wê malbatê ya cerdevaniyê qebûl bikira yan jî wê gund bi terkanda. Malbat ji ber zilmê gund terk dike lê bes test ji têkoşîna xwe bernade û têkoşîna xwe li bajaran jî didomîne.    BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCE    Dayika 7 zarokan Saniye Ektî ji bo ku neyê girtin dem bi deman bi şev û roj xwe vedişêre. Ji ber zextan carnan li mizgeftan, carnan li çiyayan, carnan di darbestan de carnan jî di serşoka ku tenê jin li gund bikar tînin de xwe vedişêre. Di her binçavkirin û girtina dayika Saniye de neynûkên wê tên kişandin, pişta wê tê şikandin û di encama îşkenceya lê tê kirin de gurcikek xwe winda dike û perdeya guhê wê jî tê teqandin.    DI 14 SALIYA XWE DE TÊ GIRTIN    Gulistan Ektî di 14 saliya xwe de gelek caran tê binçavkirin û dibêje “Ji ber ku min mîna dayika xwe li ber xwe dida û têkoşiyam dihatim binçavkirin.” Di 14 saliya xwe de tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Ev yek Gulistanê bêtir bi hêrs dike. Piştî ji girtîgehê derdikeve li aliyekî ji bo debara xwe bike li nav zeviyan pembo berhev dike li aliyekî jî çapê dike û têkoşîna xwe didomîne.    Gelek sal dibûhirin lê Gulistan Ektî hêj nikare vegere gundê xwe û li bajarên cuda dixebite. Di vê navberê de xelkê gund ku cerdevaniyê qebûl dike, piştî bi salan dest ji çekan berdide. Dewlet vê yekê qebûl nake û dewlet diavêje ser gund û dişewitîne û vê carê tevahiya gund tê koçberkirin.    TÊKOŞÎNA JINAN    Gulistan Ektî li saziyên wek Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Selîsê, Weqfa Koçberiyê û Meclîsa Dayikên Aştiyê de dixebite. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2014’an de dibe endama meclîsa şaredariyê. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019’an de jî wek Hevşaredara Hezroyê tê bijartin. Gulistan Ektî dibêje niha xwişka wê Fîgen Ektî di girtîgehê de ye û behsa têkoşîna xwe û xwişkên xwe û dayika xwe dike.    XWIŞKA DUYEM    Sertaç Ektî jî bi awayek çalak di nava têkoşîna azadiya kurd de cih digire. Ew jî ji biçûkatiya xwe ve dest bi têkoşînê dike û gelek caran di serdegirtina malan de tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin. Sertaç Ektî di salên 90’î de dema du canî ye polîs bi ser mala wê ve digirin û ji ber zext û îşkenceya lê tê kirin pitika wê jiyana xwe ji dest dide.    Her tim polîs bi ser mala Sertaç Ektî ve digire. Carna ji bo wê tên, carna ji bo dayika wê û carna jî ji bo xwezûrê wê serdegirtin pêk tê. Sertaç tiyê xwe Fehmî Tosûn jî di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de winda dike. Sertaç Ektî ya di temenê biçûk de têkoşînê nas dike di 45 saliya xwe de jî vê têkoşînê berdewam dike.    XWIŞKA SÊYEMÎN    Fîgen Ektî jî ya 40 salî jî, para xwe ji zextên dewletê digrer û dewleta qebûl nake ku navê wê bibe Ala Rengîn. Ektî bi dehan car tê binçavkirin, lê tu carî dest ji têkoşînê xwe bernade. Di sala 1990’an de, agahî ji malbatê re tê dayîn ku Ektî jiyana xwe  ji dest daye. Lê dûre derdikeve holê ku hatiye girtin. Ektî ya 10 salan di girtîgehê de dimîne, di sala 2003’yan de tê berdan. Di serî de başdarî xebatên jinan dibe û dûre bi awayekê aktîf xebatên xwe dewam dike. Ektî herî dawî di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya amedê bi rêve bir de, di 14’ê Tîrmehê de, di serdegirtina malê de bi 28 jinan re tê binçavkirin û piştre bi 5 jinan re wê carek din dixin zindanê.   SÊ XWIŞK, SÊ HEVRÊ   Gulistan Ektî, da zanîn ku her ferdekê malbatê, bi keda xwe hebûna xwe avakirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jinên di malbatê de, bê rawestandin berxwedana xwe dewam kirine. Me bi hev re têdikoşiya, lê heya salên dûr û dirêj jî kesekê ne dizanî me xwişkên hevin. Pir kêm em dihat gel hev. Lê dema ku em dihat gel hev jî, kesekê ne dizanî em xwişkên hevin. Li malê em sê xwişkbûn û di nava xebatan de jî em sê rêheval bûn.”   ZANEBÛNA ZAYENDÎ   Gulistan Ektî behsa bandorên zanebûna zayendî ya li ser xwe kir û wiha got: “Dema em li gund bû, li kaniyê jin kom bibûn. Fermandarek hat û ji muxtar re got, ‘Demek dirêje ez naçim malê, pêwîstiya min jinekê heye.’ Ez zarokbûm, lê ji wê demê ve zanebûna zayendî bi min re dest pê kir. Jinên kurd weke xenîmet didîtin. Her tim dayik û xwişkên di maşîneyên eskerî de dibirin navçeya Hezroyê. Li dijî vê jî zanebûna min a zayendî, zêdetir bû. Di rastiyê de namusa jinên têdikoşiyan, asta nirxê wan ê têkoşînê bû. Ji ber vê em serbilind bûn.”    SÎRGÛNKIRINA YEKEMÎN   Ektî, bibîr xist ku ji bo gundê xwe terk nekin heya demekê li ber xwe dan û wiha rêz kir: “Lê eskeran mala me şewitandin. Ji dayika min re gotin, ‘Tenê namusa we ma ye, keçên xwe bigire û ji vê derê here.’ Piştî van zextan em neçar man ku gund terk bikin. Gundiyan wesayît nedan me ku em pê alavên xwe bar bikin. Bi meşê em gihan gundê Licokê. Ji wê derê jî em li Fîskayeya Amedê bi cih bûn. Em 17 rojan di malekê vale de bê xwarin man. Lê dîsa jî me destê xwe ber dijminê xwe venekir. Li dijî van hemûyan, berteka min kenîn û têkoşîn kirinbû. Bi înat ez di keniyam. Ligel ewqas zext û êrîşan, me ne dikarî em dest ji têkoşînê, zanebûna jinê, nasnameya kurd û berxwedana xwe berdin. Di nava vê têkoşînê de me xwe dît û me nasnameya xwe ya jin nas kir.”    PÊVAJOYA HEVŞAREDARIYÊ    Ektî ya ku di hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevşaredariya Hezroyê tê hilbijartin, têkoşîneke xwe jî di vê pêvajoyê de dide. Ektî, wiha behsa wan rojan dike: “Li Hezroyê salên dirêj min xebatên partiya siyasî bi rêve birin. Dema ku mijar bû parvekirina koltixê zilam, acizî dest pê kir. Li gorî binyada Hezroyê, têkilî bi jinan re danîn pir zore. Zilam her tim zextên derûnî li min dikirin. Lê min serî netewand û têkoşîna xwe dewam kir. Emê rêya xwe dewam bikin. Em bi têkoşîna xwe deyndarê Leyla Qasim û Bêrîtanan in. Tu agahiya me ji Xwişkên Mîrabal tune bû. Lê li vir jinên kurd têkoşînek destanî birêve dibin."   ‘JI BO CIVAKEK AZAD’   Ektî, aşkere kir ku ligel ewqas êş jî, qet ne poşmane û wiha bi dawî kir: “Em birçî man. Me li dijî xizantiyê li ber xwe da. Em gelek caran li kolanan man. Lê me tu carî îxanet li nirxên xwe nekirin. Pêvajoyên me yên zor û zehmet tu carî bi dawî nebûn. Lê bele em ne popmanin. Di heman xetê de bi biryarin. Têkoşîna me ji bo azadiya hemû jinan û civakê ye. Em jinên kurd têkoşîna azadiyê didin. Em dixwazin vê têkoşîna xwe zilan ji koletiyê rizgar bikin. Em dixwazin wan azad bikin. Bila tu zilan ne fikirin ku azadin. Ew jî koleyên vê dewleta feodalin. Ji bo vê armanca me ya sereke, wekheviya jin û zilam e. Jiyana azad a bi hev re ye.”   DAWÎ   MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol