Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne 2020-11-21 09:12:15 STENBOL - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî destnîşan kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li herêmê polîtîkaya bêcezatiyê ye û got: "Polîtîkaya dijminane ya dewletê civakê ji hev vediqetîne."  Li gor daneyên saziyên mafên mirovan di 11 mehên salê de bi giştî 238 binpêkirinên mafan qewimîne. Piraniya vana jî li bajarên kurdan qewimîne. Mînakên vê yên berbiçav jî bûyera Îpek Erê ye ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan tecawizê wê kiribû û paşê Erê întihar kiribû. Her wiha mînakeke berbiçav ya din jî li navçeya Şax a Wanê qewimîbû. Eskeran welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçavkiribûn û piştî ew îşkence kiribûn wan ji helîkopterê havêtibûn û piştî çend rojan jî Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû.   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, binpêkirinên mafan nirxand.   Yolerî, bibîr xist ku sedema van binpêkirinên mafan polîtîkayên dewletê ya li hemberî kurdan e. Yolerî, bibîr xist ku di dema "pêvajoya çareseriya demokratîk" bûyerên bi vî rengî neqewimîne û got: "Ji ber ku aştî û fikra jiyana bi hev re tê piştgurhkirin, bûyerên bi vî rengî cardin dubare dikin. Helwest û nêzîkatiya dewletê ya ji bo meseleyê pir girîng e. Gava polîtîkayên dijminatiyê, polîtîkayên nehesibandina kurdan û polîtîkayên ne wek însan wekî dijmin helwesta li hemberî kurdan derdikevin pêş, mixabin binpêkirinên mafan ên di vî warî de zêde dibin."    BI ÇAVÊ DIJMINATIYÊ LI GEL MÊZE DIKE    Yolerî, destnîşan kir ku di sûcên heya niha hatine kirin de dewletê polîtîkaya xwe ya bêcezatiyê dike wekî diyardeyekê û got: "Di bûyerên komkujî û îşkenceyê de ev faktora bêcezatiyê wekî pirsgirêkekê derdikeve pêşiya me. Nêzîkatiya dewletê ya bi awayekî dijminane bi xwe re îşkence, mirin û tecawizan tîne. Ji lewra esker û polîsên dewletê yên li herêmê bi çavê dijmina li gel mêze dikin. Ev nêzîkatî bi xwe re tecawiz, îşkence û binpêkirina mafên jiyanê tîne. Heya ku nêzîkatiya ya dijminane bidome, mixabin em ê tim behsa van bûyeran bikin. Îcar ji bo ev bûyer bi dawî bibin, divê dewlet van polîtîkayên xwe biguherîne."    Yolerî, destnîşan kir ku sûcên ku niha tên kirin dewlet bi awayekî aşkere dike û got, dewlet li hemberî îşkence û mirinan dixwaze bi polîtîkaya bêcezatiyê gel çavtirsandî dike Yolerî got: "Dewlet bi van sûcan dixwaze mafê jiyanê ji holê rabike."    CIVAK JI HEV TÊ VEQETANDIN   Yolerî ku got "Polîtîkaya ku dewlet dişopîne polîtîkaya dijminatiyê ye û ev polîtîka civakê ji hev vediqetîne" û got: "Ji ber vê berberîbûnê, kurdên li rojavayê welêt bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Li orta Stenbolê ji ber ku bi kurdî axiviye êrîşê dibin ser kesekî. Kesên welêt bi rê ve dibin, ji bo civakê ji hev veqetînin serî li her rêyî didin. Mesela, di dema şewbê de gelek maf hatine xespkirin. Her wiha li dijî vê berberîbûnê jî rêxistinbûyîneke baş tune ye. Îqtidar bi dijminatiya li hemberî kurdan dixwazin berberîbûnê têxin nava civakê."    DIVÊ FIKRA AŞTIYÊ BÊ XURTKIRIN    Her wiha Yolerî di vê çarçoveyê de bal kişand ser danezana aştiyê ya HDP'ê û got, ev danezan pir girîng e. Yolerî, bilêv kir ku pirsgirêkên diqewimin hemû rasterast girêdayî polîtîkaya şerî ya dewletê ne û got, lewma divê fikra aştiyê bê xurtkirin. Yolerî, anî ziman ku di meseleyên jiyana mirovî de bertekeke topyekûn divê û got: "Li dijî van bûyeran divê bertek bên xurtkirin. Berteka kesên sîxurtî li wan tê ferzkirin û gef li wan tên xwarin, pêşî li ber van bûyerand igirin. Heger kes bêdeng bimîne û bê tepisandin, ew zext û zorî didomin. Lewma ji bo xelasiya ji van zext û zoriyan, demildest divê bertek û nerazîbûn bên nîşandan."    MA / Erdogan Alayûmat