‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’ 2020-11-21 09:08:53 AMED - Rêvebera TUAY-DER’ê Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir ku li gelek girtîgehan vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Divê girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan.” Bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehên heremê û yên Tirkiyê her ku diçe binpêkirina mafên girtiyên zêde dibin. Bi taybetî li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqzanan bi pêvajoya pandemiyê re û bi taybetî di demên dawî de ji ber vîrûsa koronayê binpêkirinên mafan derketine asta herî jor. Rêvebera Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Parêzer Aslihan Bûlût derbarê serdana xwe ya li girtîgehan de û rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivî.    ‘DICLE BOZAN A RÛVIYÊN WÊ DERVE BI VIRUSÊ KETIYE’   Bûlût anî ziman ku li gelek girtîgehan nexweşiya vîrusa koronayê (Covîd-19) tespît kirine û wiha axivî: “Li Girtîgeha Hîlwanê ya Hejmara 1 û 2 ên Tîpa T, Girtîgeha Sêwregê a Tîpa T, Girtîgeha Amedê a Tîpa D, Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'ê, Girtîgeha Jinan a Xarpêtê testên vîrusa koronayê ya girtiyan pozîtîf derketine. Tedawiya van girtiyan didome. Bi taybetî li Girtîgeha Elbîstanê ji ber girtiyên ser 20 salan tê de dimînin û pergala bexşandîbûna wan qelse em ji wan ditirsin ku rewşa wan giran bibe. Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê giriya bi navê Dîcle Bozan a ji roja hat girtin heta niha rûviyên wê li derve jiyana xwe didomîne û bi vîrusê ketiye, em ji rewşa wê bi fikar in.”   ‘JI BER PANDEMIYÊ MAFÊN GIRTIYAN HATINE ASTENGKIRIN’   Bûlût da zanîn ku girtiyên ku testên wan pozîtîf derdikevin nikarin derkevin hevdîtina parêzeran û wiha domand: “Girtiyan diyar kir ku girtî an li nexweşxaneyê tedawî dibin an jî di hucreyên yek kesî de dimînin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 û 2 a Rihayê testa girtiyên temaskirî nehatiye kirin. Dema li girtîgehê di kesekê de vîrus derkeve divê testa hemû girtiyan were kirin. Di girtîgehan de ji ber pandemiyê hin maf hatine asteng kirin lê wekî din her tişt normal e. Mesele girtiyek dema tê hevdîtina parêzer gardiyan temas dikin û lêgerînê dikin. Di heman demê de dema girtî diçin nexweşxaneyê û tên 14 rojan dimînin karantînayê de. Li Girtîgeha Hîlwanê Hejmara 2'an a Tîpa T de girtiyên diçin nexweşxaneyê di heman odeyê de karantînayê de dimînin. Dema piştî demekê şunde girtiyekî din birin wê odeyê karantinaya girtiyên din jî dirêj dibe. Bi vî şiklî girtiyên ku 60 rojan mane di karantînayê de jî hene. Pandemiyê hincet digirin û dixwazin tecrîda li ser girtiyan zêdetir bikin.”   ‘SEBEBÊ BELAVBÛNA VÎRÛSÊ GARDIYAN IN’   Bûlût destnîşan kir ku sedema belavbûyîna vîrusa koronayê ya li girtîgehan gardiyan in û wiha got: “Destpêka pandemiyê gardiyan, 14 rojan li girtîgehê, 14 rojan li mala xwe diman. Lê niha her roj tên û diçin. Heke li mala wî vîrûs hebe bi xwe re dibe girtîgehê.” Bûlût da zanîn ku dewlet pandemiyê ji bo mafê girtiyan ji destê wan bigirin bikar tîne û got: “14 rojan dest danîn ser tiştên girtiyên ku sewqî Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind hatibûn kirin. Li gel ku em bi dozgeriyê re jî axivîn ku tiştên girtiyan bidinê lê nedan û gotin wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Ev biryar jî biryara girtîgehê ye. Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'an a Ewlehiya Bilind wek tedbîr ev rewş pêşkeşî me kirin. Lê niha li wê derê jî girtiyên ku bi vîrusê ketine hene. Niha girtî Mehmet Bîlîm ji ber ku testa wî pozîtîf derketiye di odeyeke cuda de wergirtine karantînayê.”   ‘TEDBÎRÊN PÊWÎST NAYÊN GIRTIN’   Bûlût diyar kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê gelek girtî bi vîrûsa koronayê ketine û wiha domand: “Li Girtîgeha Elbîstanê nêzî 35, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê 12 , Girtîgeha Jinan a Xarpêtê 1, Li Girtîgeha Amedê a Tîpa D a 20 girtî, li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind girtiyek, li Girtîgeha Jinan a Amedê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, li Girtîgeha Hîlwanê jî 15 girtî bi vîrûsa koronayê ketine. Li girtîgehên heremê tenê rewş wisa ye gelemperî girtîgehên Tirkiyê her ku diçe nexweşiya vîrûsa koronayê zêde dibe. Niha li girtîgehan tu aktîvîteyên civakî nayên kirin. Aktivîte hatine qedexekirin lê lêgerînên gardiyanan yên odeyan berdewam dikin. Ji ber ku di lêgerînan de tedbîrên pêwîst nayên girtin gardiyan û eskerên ku odeyan digerin temas dikin. Di lêgerînan de pirtûkên ku wan dane girtiyan dîsa kom dikin û dibin lêkolîn dikin. Wekî din odeyên karantînayê gelek qirêjin, lazim e piştî ku girtî ji wir derket were paqijkirin lê paqijnakin û girtiyekî din nû digirin odeyê, ji ber vê yekê rîska belavbûyîna vîrusê jî zêdetir dibe.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN’   Bûlût bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Hejmara girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên ku demildest serbest werin berdan ji ber qanûna têkoşîna bi terorê re (TMK) nayên berdan. Sûc çi dibe bila bibe divê girtiyên nexweş serbest werin berdan. Ji ber pêvajoya siyasî ev polîtîka tên bi rêvebirin û ev pêkanîn tenê ji bo girtiyên siyasî pêk tên. Girtiyên nexweş yên ku nikarin tena serê xwe bijîn dema diçin nexweşxaneyê û werin dixwazin 14 rojan di karantînayê de bimînin. Dema girtî 14 rojan tena serê xwe di karantînayê de dimîne nexweşiya wan pêş dikeve. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Mînak Semîre Dîrekçî a li Girtîgeha Amedê ya Jinan dimîne rûviyên wê li derve ne û jiyana xwe didomîne nêzî saleke divê emeliyat bibe. Gelek zeîf bûye û dixwazin tena serê xwe di karantînayê de bimîne. Ev yek jî nîşaneya îhlalên mafê kesî ye. Mixabin gelek girtiyên nexweş bi vî şiklî me winda kirin. Di 11 mehan de 21 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”   ‘GIRTÎ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN BIJÎŞK’   Bûlût da zanîn ku muwekîlê wê bi Yilmaz Çerçel ê ji sedî 70 astengdar û nexweşîna şîzofren pê re heye nikare di girtîgehê de bimîne lê nexweşxaneyê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye wî û got: “Muwekîlê min nexweşiya wî pêşketiye û niha nikare malbata xwe nas bike. Divê tedawiya wî bi awayekî herî baş hatibûya kirin. Lê dema em vê ji girtîgehê dipirsin dibêjin ‘em dermanên wî didin’. Tedawiya vê nexweşiyê li her nexweşxaneyê nayê kirin. Çiqas tedawiya girtiyên nexweş were asteng kirin, nexweşiya wan giran dibe û jiyana xwe ji dest didin. Heke tedawiya wan bi awayekî baş hatibûya kirin gelek girtî nedihatin vê astê. Girtiyên ku emeliyat bibin ji ber pêvajoya pandemiyê nayên emeliyat kirin. Divê dewlet bi awayekî şertan bi afirîne. Di girtîgehê de rewş hatiye asta ku li revîra girtîgehê girtî nikarin xwe bigihînin bijîşk.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar