Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan 2020-11-20 14:36:17   WAN – Parêzeran li Wanê girtina 4 rojanemvanên ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêr ku hatibûn avêtin veguhezan Dadgeha Qanûan Bingehîn.    Li Wanê nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkoptêrê çêkiribûn hatibûn girtin. Parêzerên ji bo berdana rojnamevanên miwekîlên wan in serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ku di warê hiqûqî de tesmîlyetê ragirtin ser milê xwe serlêdan kirin.