Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê 2020-11-20 13:50:37   AMED - MEBYA- DER’ê, diyar kir ku cenazeyê Nevîn Dînç a li Geverê jiyana xwe ji dest da bû, ligel ku encama testa DNA’ya wê diyare jî, ev 5 salin nadin malbatê.    Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirin (MEBYA DER), bi armanca cezayê Nevîn Dînç a HPG’î ya li navçeya Gever a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bû, ji bo malbata wê bê dayîn, li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê daxûyanî da çapemeniyê. Malbata Dînç û endamên MEBYA DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dînç di sala 2004’an de tevlî PKK’ê dibe. Di dema çalakiyên rêveberiya xweser ên di navbera salên 2015 û 2016’an de, li Geverê jiyana xwe ji dest dide. Cenazê Dînç dibin Erziromê. Piştî sê mehan testa DNA’yê ji bale tê xwestin. Malbata diçe Erziromê û test dide. Du meh piştî testdayînê encama DNA’yê ji malbatê re tê ragihandin. Lê li gel ku 5 salan derbasbûn jî, cenaze nadin malbatê.”   'TEHEMULÊ ME NAKIN’   Dayika Nevîn Dînç Sabahat Dînç jî, bertek nîşanî vê rewşê da û xwest cenazeyê keça wê êdî bidin wê. Dayik Sabahat, da zanîn ku bi zanebûn cenazeyê keça wê nadinê û wiha got: “Em dixwazin êdî cenazeyê me bidin me. Ev bêhiqûqiye. Tehemûl nakin ku em cenazeyê zarokên xwe bigirin. Ev zilme. Ji vê zilmê re êdî bese.”