ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin 2020-11-20 11:55:43 ENQERE – ÎHD’ê bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got: “Di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafên zarokan pir zêde bûn. Sedema binpêkirinên mafên zarokan ne pandemiye, dewleta Tirk a ku berpirsiyara xwe bi cih ne aniye.”   Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi boneya Mafê Zarokan a Cîhanê, daxuyaniyek nivîs weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li tevahiya cîhanê Peymana Mafê Mirovan ji aliyê gelek welatan ve hatiye qebûlkirin. Lê ligel vê yekê jî binpêkirinên mafên zarokan bi her awayî dewam dike. Di pêvajoya pandemiyê de ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, li ser jiyana zarokan jî tesîrek mezin kiriye.”   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dema pandemiyê de, zarokên karkerên çandiniya demsalî dîsan hatin xebitandin. Mafê perwerdê yê zarokan ji dest wan hat kirin. Dîsa di dama şewbê de, Qanûna înfazê hat derxistin. Lê zarokên girtî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Di heman demê de derbarê zarokên girtî de agahîn bes nehatin dayîn. Di girtîgehan de, çend zarokan hene hîna jî nayê zanîn. Sema van binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan ne pandemiye, dewleta Tirk bi xwe ye. Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin.”