Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin 2020-11-20 10:52:03 AMED - Cotkar Amara Yurek ê 19 salî yê di 7 saliya xwe ve 12 caran hat binçavkirin û 10 mehan di girtîgehê ma, diyar kir ku li herêmê li ser zarokan zextên pir dijwar hene û got: “Divê tu carî zarokek neyê girtin.” Di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de, carek din binpêkirnên mafan en li dijî zarokan ketin rojevê. Ev rew li Tirkiyeyê jî dewam kir. Li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon zarok hene. Li gorî raporên rêxistinên civaka sîvîl, her sala diçe binpêkirinên mafên zarokan zêdetir dibin û zarok bêtir tên mexdûrkirin.    Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Nîsana 2018’an, 2 hezar û 491 zarokên temenê wan di navbera 12-17 salî de di girtîgehan de ne. Ji van zarokan 1.719 girtîne, 772 jî hikumxwarin. Li gorî hin danayên din jî, li Tirkiyeyê, ji 800 zarokên temenê wan 0-6 zêdetir bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya “Xebata Kurewî ya li ser Zarokên ji Azadiyê hatin Mehrûmkirin” jî, li tevahiya cîhanê, 7.2 mîlyon zarok ji azadiya wan hatine mehrûmkirin.   Zêdebûna binpêkirinên mafên zarokan ên li cîhan û Tirkiyeyê, bi awayekê pir cuda li bajarên Kurdistanê xwe dide hîs kirin. Cotkar Amara Yurek ê 19 salî yê li Amedê dijî, ji 7 saliya xwe ve 12 caran hat binçavkirin. Yurek ê di 17 saliya xwe de hat girtin, di girtîgehê de ket sala xwe ya 18’emîn. Yurek ê 10 mehan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne dûre tê berdan. Yurek tiştên ji 7 saliya xwe ve û heya roja îro jiyan, bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re vegot.    BANDORA LI SER ZAROKAN   Yurek, da zanîn ku ew gelek caran hat binçavkirin û wiha axivî: “Di sala 2017’an de, ez hatim binçavkirin û girtin. Zextên wiha yên li ser zarokan, bandoreke mezin li jiyana wan dike. Di temenekê biçûk de di girtîgehê de mayîn, di saetên nivîşa şevê de bi ser malê de girtin, rastî gef û îşkenceya polîsan mayîn hovane bû. Ev rewş li herêmê pir tê jiyîn. Zarokên li herêmê bi awayekê ji rêzê mezin nabin. Zarok rastî pir zextên cur bi cur tên. Ev bandorekê neyînî li zarokan dike. Dema mirov tê girtin, hestekê tirs û gumanê bi mirov re çêdibe. Dema ez çûm girtîgehê, min zarokên di temenê xwe de dîtin. Bi vê yekê min dît ku ne tenê ez vê rewşê dijîm. Lê tişta min fêm kir, divê tu carî zarokek neyê girtin. Ev rewş gelek tiştan ji me qût dike û bandorekê mezin li ser me dihêle. Peyva girtîgehê bi xwe pir girane. “    ‘ZIMANÊ TE YÊ DAYÎKÊ QEBÛL NAKIN’   Yurek bal kişan ser binpêkirinên mafên zarokan ên li Kurdistanê û wiha got: “Zarokên 7 salî, ji zimanê xwe yê dayikê mehrûm, dest bi dibistanê dikin. Ma ji vê tiştek din girantir heye? Ev bi serê xwe ji bo binpêkirina mafê zarokan pirsgirêka herî mezin. Ji ber ku ew zarok ji dest pê kê ve tê asteng kirin. Hebûna wan bi vê nayê qebûlkirin. Ev jî dibe sedem ku zarok ji biçûkanî ve travmana herî mezin bijîn. Dema ku zarokek tê girtin, ev li ser malbatê jî bandor dike. Ev zarok hem ji malbata xwe, hem ji dibistana xwe, hem jî ji heval û hogirên xwe dimîne. Lê dema hatim girtin jî, ez fêrî gelek tiştên nû bûm. Berî her tiştî min zext û êrîşên heyî dîtin. Di heman demê de, vê rewşê hêz da min.”