Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin 2020-11-20 10:36:55   ÎZMÎR – Serokê Şaredariya Navçeya Menemena Îzmîrê jî di nav de 22 kes di çarçoveya operasyona nelirêtiyê de hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêprisîna da destpêkirin de serê sibê zû operasyona bi ser Şaredariya Navçeya Menemenê ya Îzmîrê ve pêk hat. Serokê Şaredariya Menemenê Serdar Aksoy jî di nav de gelek xebatkar û karmendên şaredariyê 22 kes bi hêceta nelirêtî kirine hatin binçavkirin. Derbarê 29 kesan de biryara binçavkirinê heye. Lêgerîna li ser 7 kesan didome.    Şaredar Aksoy şarêdarê CHP’yî bû. CHP’ê derbarê wî de lêpirsîna dabû destpêkirin. Aksoy ji partiya xwe CHP’ê îstîfa kiribû.