Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî 2020-11-20 10:15:54 MÊRDÎN – Dayika Ûgûr Kaymaz ê bi 13 guleyan hat qetilkirin, Makbûle Kaymaz diyar kir ku li gel 16 sal bi ser qetilkirina kurê wê û hevjînê wê re derbas bûye jî êşa wê taze ye û got: “Li Tirkiyê piştî Ûgûr Kaymaz tu tiştek neguherî.”   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ahmet Kaymaz û kurê wî Ûgûr Kaymaz ê 12 salî Ûgûr Kaymaz hatibûn qetilkirin û bi ser bûyerê re 16 sal derbas bûn. Bûyer li ber mala Kaymaz pêk hat. Ûgûr Kaymaz ê şimik di piyê wî de bûn bi 13 gulan hatibû qetilkirin. Ji bedena Ûgûrê biçûk 13 gule hatibûn derxistin. Ji bedena bavê wî Ahmet Kaymaz jî 8 gule hatibûn derxistin.    Piştî bûyerê Walitiya Mêrdînê daxuyanî dabû û ji bo Ûgûr û bavê wî wiha îdia kiribû “Terorîstê di amadekariya çalakiyê de bûn.” Bi dû bûyerê re li şûna bûyerê keleşnîkof danîbûn cem cenazeyê wan û wêneyê ji cihê bûyerê hatibû girtin di bîra her kesî de her tim xwe zindî dike.    Bi taybetî di wan wêneyan de bedena Ûgûrê biçûk ku bêrih bûbû balê dikişand ser xwe û li raya giştî deng vedabû. Piştî ku derket holê ku yên hatine kuştin Ahmet Kaymaz ê şifêrê qamyonê ye û lawê wî Ûgûr Kaymaz e, rayedar hemû ketibûn nava bêdengiyê. Li ser hewldanên malbatê û parêzeran têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.    KUJER HATIN PARASTIN    Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 4 polîsan de ji sûcê “kes kuştin e” doz hat vekirin û tenê heta 12 salan ceza ji wan re hat xwestin. Piştî demek kin Dadgeha Mêrdînê bi hêceta “ewlehiyê” dozê veguhezand Dadgeha Eskîşehîrê û polîs li vêdadgehê hatin beraetkirin. Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmê erê kir. Rêyên navxweyî hatin xetimandin. Li ser vê yekê parêzeran dozê veguhezand Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û di sibata 2014’an de biryar da bi hêceta “mafê jiyanê” yê Ahmet û Ûgûr Kaymaz hatiye binpêkirin, Tirkiyê bi 70 hezar avro madî û 70 hezar avro bi manevî mehkûmî dayîna tezmînatê kir.    DAXWAZA DARIZANDINA JI NÛVE HAT REDKIRIN    Piştî biryara DMME’yê parêzer çiqas serlêdanan kir ku darizandin ji nûve were lidarxistin lê belê daxwaza wan nehat pejirandin.    PEYKER Û NAVÊ WÎ RAKIRIN Û DAYIKA WÎ JI KAR DERXISTIN    Qeyûmê Şaredariya Qoserê di sala 2016’an de peykerê Ûgûr Kaymaz rakir û di şûna peykerê wî de qûleya saetê çêkir. Qeyûmê Şaredariya Dêrikê jî navê Parka Ûgûr Kaymaz guherand. Piştî van kirinan qeyûmê Qoserê dayika Ûgûr, Makbûle Kaymaz a ku li Şaredariyê dixebitî ji kar îxrac kir. Di roja ku hevjîn û lawê wê hatin qetilkirin di 21’ê Mijdara 2016’an de ji kar hat derxistin.    ‘EV WELAT BÛYE WELATÊ ZAROKÊN KUŞTÎ’    Parêzerê malbata Kaymaz, Erdal Kûzû diyar kir ku Ûgûr Kaymaz remza zarokên bi destê hêzên dewletê hatine kuştinê ye û got: “Dewleta Tirkiyê dewleta kuştina zarokan e. Dema em li seranserî dîrokê dinêrin bi rastî jî her tim zarok hatin qetilkirin. Loma ev welat bûye welatê goristana zarokên kuştî. Lê mixabin kiryar ango qatil bi polîtîkaya bêcezakirinê tên xelatkirin û parastin. Mînaka vê yekê ya herî şênber çend roj berê qewimî ku ew jî beraetkirina kujerê Kemal Kûrkût bû. Tabî heke kujerên Ûgûr bihatana cezakirin wê piştî wî ewqas zarok nehatana qetilkirin û mafê jiyanê ya zarok û welatiyan nehata binpêkirin.”    'QEY MIN DIGOT DUH BÛYE LÊ 16 SAL QEDIYA’    Dayika Ûgûr, Makbûle Kaymaz jî destnîşan kir ku li gel 16 sal derbas bûn jî birînên wê nehatine kewandin û pêçan û got: “Heta ez sax bim ez ê ji bîra nekim. Wê her tim di dilê min de bin. Hêj bedenên wan birîndar ji ber çavê min naçe. Li ber derî ew û bavê xwe bêsûc û bêguneh hatin kuştin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Kujer nehatine cezakirin. Li Tirkiyê edalet nîne. Di van 16 salan de tu tiştek li Tirkiyê neguherî ye. Li Tirkiyêqanûn û edalet nemaye. Ji ber vê yekê jî me doza xwe ji axîretê re berda ye. Piştî Ûgûr, Ceylan Onkol, Enes Ata, Berkîn Elvan û gelek zarokên din hatin kuştin. Ma meriv 13 gule berdide bedena zarokek hêj 12 salî. Hêj qey dibêjim duh bû lêbelê 16 sal li pey xwe dihêle. Ez hêvî dikim ku wê ji niha şûn ve qezeba tu dayikê neşewite. Ez dixwazim êdî li vî welatî aştî pêk were.”    MA / Ahmet Kanbal