Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe 2020-11-20 09:01:06 ÊLIH – Li Girtîgeha Curnê Reş a Tîpa T'yê hejmara girtiyên ku bi şewba Covîd-19'ê ketine, bû 19 û hejmara kesên hatine karantînakirin jî bû 22.  Li gor agahiyên ku girtiyên di Girtîgeha Curnê Reş a Tîpa T a Rihayê ragihandine malbatên xwe, li qawîşa A-24'an 15 girtî dimînin û her 15 girtî jî bi şewba Covîd-19'ê ketine. Girtî Sûat Ogûz, Ferît Ak, Arîf Nesar, Mûhammet Alî, Mehmet Aktaş, Mahmût Tûtal û Nûrûllah Tûtal rakirine nexweşxaneyê û girtî Sînan Çelîk, Aydin Oba, Mehmet Vûral, Ayhan Dayan, Fadil Tokay, Mûsa Aslan, Mehmet Hakî Oymak, Omer Aslan jî li girtîgehê ne. Hat ragihandin ku li heman girtîgehê li qawîşa A-25'an ku 26 kes lê dimînin Ramazan Tûran, Ûgûr Tûgyildiz, Selman Buyuktop û Ridvan Er jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û ji ber vê qawîş hatiye karantînakirin. 4 girtiyên li vê qawîşê jî sewqî nexweşxaneyê kirine û bi vî awayî hejmara kesên hatin karantînakirin bû 22.   JI GARDIYANAN PÊKETINE    Şukru Tapkan telefonî hevjîna xwe Mehdiye Tapkan kiriye. Mehdiye Tapkan, anî ziman ku hevjînê wê gotiye ji gardiyan bi şewbê ketine û ji ber vê 7 hevalên wan rakirine nexweşxaneyê û 8 jê jî di karantînayê de ne.    ‘AVA GERM TUNE YE'    Tapkan, diyar kir ku tenduristkar neşandine odeya ku girtî tê de tên karantînakirin û got: "Odeya tê de tên karantînakirin nayê paqijkirin, nayê dezenfektekirin. Ne mimkun e ku girtî di van şertan de baş bibin. Hevjînê min du sal in girtiye. Ji me re got, 'aktîvîteyên wan hemû hatine betalkirin, sabûn û dezenfektanê nadin. Ava ku didin jî bi kota ye. Hîn jî kalorîfer venekirine. Ava germ tune ye. Yanî ji bo vîrûs belav bibe çi ji destê wan tê dikin.'"    DIBE KU HEJMAR ZÊDE BIBE    Tapkan, destnîşan kir ku girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got, vîrûsê wekî koz bi kar tînin û bi vî awayî îşkenceyeke derûnî dikin.    Tapkan, bilêv kir ku heger tevdîr neyên girtin dibe ku hejmara kesên bi şewbê ketine zêde bibe.